62311. Li devera rihayê û semsûrê ji bo birincê, wek xwarin, tê bikaranîn. Ango pîlawa birincê. Çawa tê çêkirin:
-Pêşiyê li gora xwe du berdeq birinc berdin lalîkekî û bişûn,
-Dûvre rûnê xwe berdim qoçxaneyê, bila sor bibe, heke hûn dixwazim şeîreyan berdinê pêşiyê şeîreyê xwe berdin nav rûnê xwe taze sor bikin.
-Gava ew şeîre sor bûn wî birincê xwe yê we şûştî berdim nav rûn, îcar tev bidin, tev bidin heta birincê we hinekî sor bibe.
-Dûvre heke hûn bixwazin ava goşt bînin berdin nav sê berdeq û nîv an jî çar berdeq av û avgoşta xwe nav wê avê bihelînin û ava xwe berdin nav birinca ku we sor dikir.
-Xwêya xwe berdinê.
-De îcar devikê wê danin ser û bila heta pazdeh deqekî bikele (heta ku ava wê biçike û xilas bibe).
-Piştî ava li ser xilas agirî bigrin; devekê qoçxaneyê rakin, kaxezekî an jî selpakekî danin ser û devikî danin ser. Bila wilê dem bigire ango bisekine. Heta deh deqekî.
-axir birinca we an jî riza we amade ye.
|