Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
05.04.2015 axivîna yodayî - tirşik
05.04.2015 axivîna yodayî
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rojeke dîrokî ye, ez ê ji zaro û nevîyên xwe re qala vê rojê bikim û bêjim ku min bi çavên xwe şahidiya vê rojê kir*



05.04.2015 23:41 | ferhenga şikestî

2. roja pîroz û xweş û geş û hwd û hwd.. ez bawer im ji bo her tirşikvanî rojeke pir girîng e lewra camêr yodayî bi kurdî nivîsand êdî em çi dixwazin?? li gorî min diviya peyama wî bibe nemir û nemird.

Here lînkê



05.04.2015 23:43 | mergehez

3. kêmasiyeke tirşik çû. ma yên din.



05.04.2015 23:44 | biruya hayao miyazaki

4. Bûyera salê ye. Lawo min gotibû ku ev hevrexnekirina tirsikvanan bû tofan (hevrexnekirina tirşikvanan/64051) vaye ji tofanê jî derbas bû û bû sedema elametên qiyametê.



05.04.2015 23:51 | simurg56

6. agahî: problem çareser bû. min gotibû tofan e newsa?



06.04.2015 00:08 ~00:08 | simurg56

7. min vê agahiyê li ser rûpela xwe ya facebookê jî parve kir, de êdî hûn bifikirin bê ka çawa kêfxweş bûm. niha texmîn dikim ku xwe spartiya quncikekê û temaşeyî me dike*



06.04.2015 00:12 | ferhenga şikestî

8. roja ku di nava tirşikvanan de divê êdî her sal weke cejnekî bê pîrozkirin. Di vê roja pîroz de divê tirşikvan dilê hev nehêlin û temamî roja xwe di tirşikê derbas bikin. Aha ew peyama ku bû kêfxweşiya me min bi vî rengî neqişand û li dîwarê dilê xwe daleqand.



Here lînkê



06.04.2015 00:12 ~09:16 | ceso

9.



06.04.2015 00:20 | remlavêj

11. divê li ser xatra axiftina yodaşerê navxweyî yê tirşikvanan xilas bibe.



06.04.2015 00:26 | vêca çiyeeee

12. Kurê min biaxiviya ev qasî kêfa min nedihat. *



06.04.2015 00:30 | xwelî li ser

13. divê wateya peyamê wê ya pîroz jî bê axaftin. ji ber ku peyvîna wê piştî bûyereke qîrêj pêkhat. ustad çi dibêje:



rahibe teresa û tirşik!

rexne û qurban!



lê berî her tiştî:

(bnr: silameta soundtrackên bijarte)



(bnr: xwendina tekstên yoda)



06.04.2015 00:33 | biruya hayao miyazaki

14. Edî ka çi şer bê we Yoda anî ziman hingî aciz bûye Ku bi ti stranan nehatiye ziman. *



06.04.2015 00:34 ~14:42 | xwelî li ser

15. ya ku divê bi guhdar kirina hemû soundtrackên dinyayê bê pîroz kirin * ger dîsa axaftiba dê wî jî wisa bixwesta *



06.04.2015 00:34 | brusk56

16. werrê xuya dike ku ji bo tirşikvanan axaftina wî pîroz e. xwedê mirazê wî û yê tirşikvanan li hevdu bike.



06.04.2015 01:11 | serhednişîn

17. (bnr: şikir ji xwedê re)

(bnr: me ev roj jî dît)



tişta balkêş Camêr dibêje hûn nahêlin ez soundtrackên xwe çêkim, konsantrasyona wî xira bûye ji ber şerê navxweyî yê tirşikê. *



lê piştî şerê me jî qediya. destê xwe li masê da herkes sekinî *



06.04.2015 12:36 | xendekî

18. Heyecana wê rojê weke doh di hişê min de ye. 9 sal derbas bûne. Wow. Wext çiqas zû derbas dibe. Wan salan Di tirşikê de kesek bi navê yoda hebû. Wî her roj muzîkên hilbijartî pêşkêşî me dikir.
(bnr: soundtrackên bijarte)
(bnr: soundtrackên bijarte vol. 2)
Wekê din tew nediaxivibû. Lê rojekê wî îsyan kir û peyamek parwe kir. Ew mijar jî jo wê rojê ma.

Kî dizane ku yoda niha ji bo kê stranên xweş hildibijêre. Xwezî vegere.



21 roj berê 18:02 ~18:03 | cinorek

19. Silavên germ ji Yoda re dişînim , min ew nasnekir , negihiyam dema wî/ê lê piştê dîtina kurdînivîsîna wî/ê ez jî ketim heyrê.

Te çawa me hişt û tu çûyî yoda !

Here lînkê



21 roj berê 21:28 ~21:29 | brzn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
çima? (wêne: https://tirsik.net/wene/w/ziman/serdestiya-zimane-tirki-y...
belki ev jî bala te bikişînin
» 05.04.2015 axivîna yodayî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî