Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
aramî û bêdengiya li ser tirşikê - tirşik
aramî û bêdengiya li ser tirşikê
(28) (4) (2)
di mijarê de bigere

35. knock knock kesek tuneye?



04.07.2020 22:26 | yûsiv

36. tirşikê hê nekarî ye vê derê bike qadeke popûler ku ev aramî û bêdengî ji holê rabe.
ev ne rexne ye, tenê tespît e û tu kesî tawanbar nakim.

lê divê ev ferheng tu caran ne aram û bêdeng be. di vê rewşa pandemîyê de tirşik dikare her hefte kesekê di cemîyeta kurdî de tê nasîn bike mêvan û bihêle ku tirşikvan û kesên ne tirşikvan pirsan ji wan kesan bike.

divê êdî kesên hebkî tên nasîn (nivîskar, muzîkjen, akademîsyen, lêkolîner, şair hwd.) jî berê xwe bi mahlasan an jî navên xwe yên rasteqîn bidin vê qadê û vê derê înteraktîf bikarbînin.

hewce ye rêvebir û em tirşikvanên li vir dinivîsînin bi hevre destê xwe bikin bin vî barî de. lê şifer mihelî yanî pêşeng divê avakarên vê sîteyê bin. qoltikên paşê û yê muawîn jî yê me ne.



05.07.2020 00:25 | lehî baranyan

37. Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye ku ji ber tim heman tişt e, nivîskar aciz bûbin. An ji ber karê wergerandina fîlman nivîskar mijûl in. Lê tiştê nebe nabe. Bi sê çar kesan ev tişt nare serî. Her carê nivîskarek tê xazê û hefteyekê filan bi dehan peyama dinivîse lê piştî wextekî lê dinehêre ku ew bi xwe lê dixe û ew bi xwe dilîze. Yanê lê dinehêre ku hemû rojeva tirşikê û peyam yê wî ne, ew jî aciz dibe û dev jê berdide.

Heke guhertin an nûbûnek li tirşikê nebe, ez bawer nakim ev aramî çareser bibe. Her cara ku nivîskarek nû were û çend roja tirşikê geş bike, paşê biterikêne here, aramî dê mayînde bimîne. Wekî hevala jî pêşniyar kirine dibe ku kesên naskirî werin vexwandin. An dîsa weke salên berê hevdîtin an civîna tirşikvana were lidar xistin. An çalakiyeke ku hinekî tirşikvana li hev kom bike û kelecanê têxe tirşikê filan. An jî pêşniyariyên tirşikvana hebin karin bêne niqaşkirin.

Bi min sedema vê aramiyê li gor her kesî diguhere lê çend sedemên hevbeş hene. Yek jê ketina motîvasyonê ye. Yek jê acizbûn e. Û yek jê jî nenivîsandina moderatoran e. Ev sedem hîn jî dikarin bên zêde kirin. Weke mînak nivîskar bo binivîsin li benda hev dimînin. Dema nivîskarek tê li rojevê dinehêre heke mijareke balkêş an gutûgo tunebe ew jî bê nivîs lê dixe dere.sedemek din jî tirşik bê xwedî dixuye. Nizanim hevalên moderator. Di kude ne lê niza hizrê wan yê derbarê vê pirsgirêkê de çine.

Bi rastî min ji zûde ye nivîseke bite`m li ser tirşikê nexwendiyê. An nivîseke jê sûd werbigrim tune. Heye ku gelek kes di heman rewşê de bin. Lê min hêvî heye dîsa van dera geş bibe û em dîsa nivîsên hêja û biqalîte bixwînin.



05.07.2020 01:01 | tîrêj zana 21

38. Dîsa dest pê kiriye
(bnr: ah shit, here we go again)



12.08.2021 17:09 ~17:08 | merwano

39. (bnr: derdê me besî me ye)
(bnr: dej me û tiştên wilo berdin)



12.08.2021 19:01 | pîroz

40. tiştekî lazim e. bila tirşika reben jî bêhna xwe vede ew jî guneh e.



12.08.2021 20:07 | hueyn

41. ji ber ku dengekî ji tirşikê naxwaze peyaman binivîse, ez.

2 peyam u 2 mijar



13.10.2021 22:46 | heval.js

42. dil dixwest ku her roj nivîskarên nû tev me bibin, binîvîsin lê mixabin çê nabe û qasî ez dibînim çiqas bala kesên kurdînûs dikşîne jî xwera nabînin ku bên binivîsin *)



13.10.2021 23:18 | doesntmatter

43. rewşekî xirab e. ev çend mehan bi piranî tenê min dinivîsand, êdî ev jî tûne ye. nizanim çima wisa bû? belkî ji ber nivîskarên tirşikê yên ku him zêde nanivîsin hem jî dilê mirovê ji tirşikê sar dikin e. lê edi disa zedetr binivisim.



21.12.2021 22:04 ~22:04 | heval.js

44. tirşik forûm/137461 pêşniyareke wisa hebû lê ne di xema rêvebir de ye



22.12.2021 21:32 ~21:32 | şûjin

45. Here lînkê xwezî ev çê bibe, fikrekî gelekî başe..



22.12.2021 23:02 | doesntmatter

46. Dîsa dest pê kirîye, pejnê kesî nayê
,(bnr: ne bi xêr ne bi ala)



25.12.2021 19:36 | pîroz

47. law li rebenê, ka min got çavekî bigerînim li tirşikê îro çi hatiye nivîsîn. 2 peyam tenê du mijar heyf e, bi Xwedê heyf e.



25.12.2021 22:42 | zelalê

48. heye ku çareya wê ev be:

(bnr: kampanyaya şûndevegerandina nivîskarên tirşikê yên kevn)



25.01.2022 22:18 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» aramî û bêdengiya li ser tirşikê
» bêdengiya remezanê a di tirşikê de
» serjinik
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî