Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 46 peyam
rêzikên herî romantîk ên stranên kurdî - tirşik
rêzikên herî romantîk ên stranên kurdî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ''mala me li cem mala we ye

tu bi tenê sebra min bi te tê

dilê min di te de heye

waa gezo şirîn şerbetê''



ji dengê seîd yusiv, alÎn jî xweş dibêje..



08.04.2015 13:49 | endazer

2. cîran tê û tê ji mêrdînê

cotkê memkan dihejînê

ew kî kore cîran nabî

herê cîran bextê te me,



(bnr: fetîşîzma memikan)



08.04.2015 20:33 ~20:40 | vêca çiyeeee

3. bêhna şevê ji te tê çavxezala min

bêhna eşqê ji te tê kezîreşa min



ciwan haco



09.04.2015 02:12 | bijêrvan

4. min navê xwe kola li bircên diyarbekir

gava ku stêrk

li esmana stûxwar,

gava ku

ney û blûr û tembûr

û dehol û zirna

sar

bûn.



belê, ji bo min ev e, ji ber ku amed têde heye, min cehnima keziyên jinên xweşik kirî!*



09.04.2015 15:06 | ferhenga şikestî

5. lawo ez bi qurbana were mal

serê vê sibê ji pêşiya derî rabûn sê kar û sê xezal

yêkî dayê pêşiyê herdûyê din jî jê re hogir û û heval



Ya dê ez ê rabim taştiyekî ji delalê xwe re çêkim

Ez dikim berxê yek salî dolê wî beranî jê re serî jêkim

Di sînîka zîv û zêr de bi birinca Qereşdaxê rûnê heft xîzanê jê lê kim



Gava delalê malê qebûl neke!!

Ez ê sing û berê di paşilê de

û stûyê gerdena bi morî û mircanan

Bi zendê gustîl û bazindî

Bi hembêza qumrîka jê re vekim



09.04.2015 15:17 | mele ehmedê nalbendî

6. Helbest: Ferhedê Îçmo
Awaz û deng: Hemed Şêxo

Destê min bigre, tucar bernede
De em derbas bin bajêr û gundan
Ewrên li ezman ji hev belav bùn
Mem û Zîn rabû ji vê gora ha...







Sefqan jî xweş distire:






22.08.2021 12:31 ~12:34 | pîroz

7. Bi ya min helbestek Baba Tahirê Uryan e lê Adem Karakoç û Kerem Sevînç bi Zazakî wek stran gotine û gelek jî xweş bûye.

Delal her du çavên min qesrên te ne

Nav her du çavên min çîhê pîyên te ne

Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî

Û bi mijangên min biêşin pîyên te






23.08.2021 01:08 | ozmoz

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzikên hiqûqê
» herî ser rehetiyê
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» stranên neşûştî
» kurdîgeh.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî