Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 28 peyam
xelfetîya kevin - tirşik
xelfetîya kevin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji ber çêkirina bendava bîrecîkê, beşek jê maye di bin avê de.

cî û warek xweşik e. ji xelfetiya nû gelek xweştir bûye. hema bêje hemû malên wê ava firatê dibînin.

vêgavê bûye cihek turîstîk. berî du salan carek çûbûm, îro bi hinek mêvanên xwe re dîsa çûm. xweştir jî bûye. pira hilawistî hatiye qedandin û niha tê bikaranîn. lê xweyqûnê zêde zêde dihejinî û mirov ditirsîne.



ev devera tûrîstîk, bi mizgefta ku maye di bin avê de, navdar bûye. vaye ew mizgeft: Here lînkê û Here lînkê



li qeraxa firatê, li ser avê gelek restorant hatine çêkirin ku li ser avê avjeniyê dikin û mirov dikare bi hejandina pelan, xwarina xwe bixwe. piranî masî tê xwarin. masiy ku tînin deqsor(alabalik) an jî şabut e. lê herduyan jî zêde baş çênakin ji ber ku mûşteriyên hemû tûrîst in wê tenê ji bo carekê werin wir.



bi qasê min fêhm kirî, tesîsên niha ji aliyê qeymaqamiya xelfetiyê ve hatine çêkirin. her wiha av bajaroka kevin ji aliyê qeymeqamiyê ve weke cittaslow hatiye îlankirin.



welhasil cihek xweş e lê mirov di 3-4 saetan de her tiştî diqedîne û nikare her heftî herê.

wêneyên wê: Here lînkê, Here lînkê, Here lînkê, Here lînkê



25.04.2015 20:26 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
biwêjên kurdî yên di tirkî de jî hene [2]
gelek in. çend nimûne di romana şampazê de. ji bo min ava ç...
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1]
(bnr: diego rossi marachlian), malbavana dayîka wî ji ermeniyên maraşê...
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelfetîya kevin
» kevin andrew lynch

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî