1. romana yekem an kurmacî nivisandiye, bi navê "şivanê kurmanca" |
|
25.07.2013 23:57 |
arami
|
2. yekemîn romannivîsê cîhanê (bnr: cervantes)ê. yekemîn rommanivîsê kurdan (bnr: erebê şemo) ye. nasnavê wî li rusyayê (bnr: şamilov) e. |
|
26.07.2013 00:10 |
seydayê_peyvan
|
3. Ereb Şamîlov yek ji nivîskar û şexsîyetên mezin yên Kurdên Sovyeta kevn e. Çend roman û gelek nivîs li ser Kurdan nivîsîne, wek hîmdarê romana Kurdî tê nasîn û gelek roman nivîsîne. Lê belê heta berî çend salan jî nedihate zanîn ku Ereb Şamîlov ji alîyê rejîma Stalîn de ji Ermenîstanê hatîye dûr xistin, di navbera salên 1937-1954'an de tam 17 salan li Sibiryayê li derwarîyê (exil) jîyaye. Li vir bi jina xwe ya duwemîn Marîya Vasîlevna ve dibe nas, ew bi xwe Uris bûye, ew keçên wî Asê û Zînê ji vê jina duwemîn in. Jina wî ya berê Alman bûye. Ereb Şamîlov di nîveka salên 1950'yî de vegerîyaye Ermenîstanê. |
|
07.09.2013 04:39 |
endazer
|
4. navê çend romanên wî; kela dimdim, şivanê kurmanca û hopo. ereb şemo bi zimanekî modern kurdî nivîsiye û zimanekî pir sivik û sade bikaraniye.ez kela dimdim pêşniyarî her kurdî dikim. dimdim ji destanek kurda ku li Rojhilat qewimiye hatiye nivîsîn. ji beriya ereb şemo du carên din jî hatiye nivîsîn lê ya herî zelal ev versiyon e. |
|
07.09.2013 12:39 |
krîstîn
|
5. Erebê Şemo di 23.10.1897an de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ku di wê heyamê de di bin destelatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. |
|
07.09.2013 18:56 |
endazer
|
6. em li hêvî ne ku romanên wî "jiyana bextewer" û " berbang" jî ji nû ve bên çapkirin. |
|
07.10.2013 20:52 |
arami
|
7. erebê semo bavê romana kurdî tê hesibandin, lê di dema wî de jî û ji dema wî pistre jî me nekariye diya romana kurdî peyda bikin. |
|
07.10.2013 21:12 |
dîno
|
8. bavê romana kurdî ye, mixabin ku di tirşikê de heta niha kesî li ser wî ti tiş nenivîsiye li gel rêz û hezkirina min ji hemû romannivîsên dî re jî lê kes di ser ereb şemoyî re tune ji ber di rewş û demekê de nivîsiye ku hîn kurdan nedinivîsî |
|
14.12.2013 16:21 |
dijber
|
9. nivîskarê romana yekemin a kurdî "şivanê kurmanc" e. divê jîyana wî, di têkoşîna neteweyî a kurdan de wek dersekê bê fêhm kirin. di wêje a kurdan de cihê wî bingehîne. bê erebê semo wêje a kurdan yê bê bingeh be. |
|
14.12.2013 16:49 |
nazim tolhildan
|
10. (bnr: erebê şemo) |
|
14.12.2013 17:39 |
ceso
|
11. maksîm gorkî ji bo vî dibêje: gelê kurd bi zimanê erebê şemo diaxive. |
|
09.04.2014 19:36 |
bijîmillah
|
12. nivîskarê ku wî zêde nas nakim lê piştî ku min gotina maksîm gorkî ya ji bo wî bihîst, matmayî mam. |
|
09.04.2014 20:19 |
simurg56
|
13. nivîskarê ku bi navê xwe yê "ereb" ve bûye mijara henekan. |
|
09.04.2014 23:07 |
ervah.azad
|
14. "Koçekê derewîn" yek ji şanoyên ewil a bi kurmanciyê, di sala 1930î de nivîsiye. Şemo di vê şanoyê de behsa dîndareki derewîn dike û Şemo ji bo vê şanoya xwe va dibêje: |
|
09.04.2015 15:32 ~19:05 |
pîremegrun
|
15. Gava mamosta wî dişîne bajêr diçe malekê jê re hinek xwarin tînin û kevçî û çetel jî tinîn ku pê bixwe lê ereb gava çav li kevçî û çetel dikeve dibê qey ev tişt weke dîyarî didin min û dixe bêrika xwe ev sahne jî bîra min naçe |
|
06.04.2020 00:32 |
cîncoqo
|
16. niviskarê romana kurdî ya yekem e. min çend heb pirtûkên wî xwendin û ziman û usluba wî bi min pir xweş hat. ne zimanekî fermî an standardîzekirî ye, xwezayîye û ez gelek peyv û gotin hîn bûm bi xêra wî |
|
06.04.2020 01:12 |
bedirxan
|
17. Erebê Şemo di 1897an de, li gundê Sûsizê ya bajarê Qersê ji dayîk bûye. Ew dever di wê zemanê de, di bin desthilatdariya ûrisan de bû. Erebê Şemo piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne, di sala 1913an de dema ku 16 salî bû, dest bi paletiyê dike. Erebê Şemo ji bilî zimanê kurmancî, bi ûrisî, tirkî, yewnanî û ermenîkî jî dizanibû. Demeke dirêj jî endamtiya xwe ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenîstanê didomîne. |
|
28.10.2020 13:09 |
yûsiv
|
18. romannivîs e. lê jiyana xwe jî weke roman derbas bûye. |
|
21.05.2021 17:04 ~17:05 |
cinorek
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |