Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
temo nasir bedirxan - tirşik
temo nasir bedirxan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek kurd e..mixabin li nav kurdan da ne binavûdeng e..



hin stranên wê :



*welat parastin



*Gernasê Mameş (bijî kurdistan)





* Tazi Me Birçî Me mela





*îro ji derba xencerê (helbest a melayê cizîrî)







(bnr: http://www.allmusic.com/album/kurdish-songs-and-music-mw0000995268)



03.06.2015 12:54 ~17:04 | evdilageweri

2. Stranbêjê ku ji aliyê pir kêm kesî nayê zanîn. Min jî 2-3 hefte berê ji hevalê xwe yê pola kurdîderê bihîst. Got stranbêjekî hêja ye û stranên wî pir xweş in. Min li çend stranên wî guhdarî kirin û êdî ez jî dibêjim stranbêjekî hêja ye û dengê wî û stranên wî pir xweş in.

Di înternetê de li ser jiyana wî heta iha min tenê di lînka jor de çend tişt xwend. Ez ji we re wergerînim kurdî:

îngîlîzî:


Temo is a Kurdish singer and composer exiled in France since 1975. From France, he has worked hard to let the world know of his natal Kurdistan of which he keep singing about. He uses the traditional Kurdish long-necked lute, the tembûr, accompanied by a small tambourine, the arbana. His songs are written in the traditional Kurdish style, with the least influence possible from Western music. He speaks his mind about what his country and its people are going through right from the heart!


kurdî:

Temo stranbêj û bestevanekî kurd e ku ji 1975an û vir ve li Fransayê mişext e. Ji fransayê, ew pir xebitî da ku cihan zanibe ew kurdistana ku ew li ser stranan dibêje. Ew bi tamborîneke piçûk re ûda dardirêj a gerdîşî ya kurdan, erbane û tembûrê bi kar tîne. Stranên wî bi bandora herî kêm a muzîka rojavayê, bi şêweya gerdîşî ya kurdan hatine nivîsandin. Ew qala ramanên xwe yên ku di derbarê welat û mirovên wî de ne, dike..



dibe ku ji dêrika min î rengîn be* li ser dêrikê stranek gotiye û li ser tu derên din stran negotiye.

Here lînkê



04.06.2015 06:41 ~06:53 | mergehez

3. Min çend sal berê "bijî kurdîstan" a wî guhdar kirîbu li gorî fikra min di stranên ku li Ser kurdîstanê hatibe çêkirin de herî serkeftî û xweş eve... Guhdar bikin hûnê bizanibin ką ez çidibêjim..



07.06.2016 17:48 | azad30

4. stranbêjê min wî bi strana dêrika çiyayê mazî nas kiriye.





10.12.2016 00:06 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» temo
» nasir rezazî
» bedirxano

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî