Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
welatozerin.blogspot.com - tirşik
welatozerin.blogspot.com
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: blogên kurdî)



blogek ji ev blogan e. li jorê blogê sê gilover li kêleka hev hene. Yek kesk, yek sor û ya din jî zer e. Blog seranser bi dimilkî ye. li ser sînema, muzîk, wêje û hwd. nivîsandiye. çend stranên kurmancî wergerandiye dimilkî felan.

sernava blogê wisa ye: "bê hêwn, veyşan û teyşan" yanî: "bê xew, birçî û tî". sernaveke xweş e lê ji ber çi vê sernavê bijartiye nizanim.

dirûşma blogê jî ev e: "zazakî, zuwanê ma, dimilî. welat, kurdistan, diyarbekîr, licokê. merdim, nan, aw, hewa, zuwan.". Ez bawer im ev hewceyî wergerandinê nake*



Blog bi etîketan hatiye sazkirin. ji aliyê çepê meriv dikare etîketan bitikîne û biçe nivîsan. Dîsa gelek girêdan/lînkên kêrhatî xistiye li aliyê çepê. ya herî balkêş jî ew girêdana ji dawiyê duyemîn e*



navê xwediyê malperê ji aliyê îstîxbarata tirşikê hat dîtin. navê wî: welat e, ji amedê ye û endezyarê zîreatê ye*



hedê seriyekî lêxin: Here lînkê



15.06.2015 19:38 | mergehez

2. bloga meriv nizane çîye ji çiraye gotinê strana bi kurmancî bi tirkî û pirahî bi sazakî hene hineka vergerandine û çend hev wêne hene.. yani bi kurtasî esil quzullqurt eve min digo ka quzillqurt çîye gava meriv quzullqurtê bide nasî meriv berê wan bide vê malparê û vê malparê bidenîşandan. malpara tunebûna wê ji hebûna wê çêtire.



15.06.2015 19:57 | shorbevan

3. dîzayn/navrûya wê qet ne xweş e. lê naverok li gorî min baş e. gelo di înternetê de çend hêb blogên bi dimilkî hene? heke ku navrû xweşiktir ba dê neşibaya quzzilqurtê..



15.06.2015 20:02 | mergehez

4. blogekî bi dimilkî yo û xeylêk kan o.



nuşteyê tewr verên wextê êlûla 2007 de weşanîyayo. nuşteyî standart nîyê, la belê rind fehm benê û ziwanê blogî zî xirab nîyo.



ez bi xo des ra hewt û nêm dana nê blogî. yanî bîzimlasin *



15.06.2015 21:45 ~21:45 | endazyar

5. blogeka zazakî ye.

hingî em lêdikolin em kûrtir diçin ser tiştên nûtir an kevintir dibin. me digo bloga ewil a kurdî a Zinarê Xamo ye, paşî derket ku blogek ji ya zinarê xamo kevintir heye lê niha ne aktîv e. helbet ev herdu jî kurmancî bi latînî bûn. ev blog jî hema bêje bi qasî wan kevin e û zazakî ye, carina kurmancî jî ber nivîsên xwe yên zazakî re kirine.
di entrya ewil de mergehezo qederekî behsa naverokê û dîzaynê jî kiriye. tenê ya nexweş van salên paşîyê hejmara nivîsan kêm bûye hema bêje êdî hîç nanivîsin. 2015'ê nivîsek 2017'ê jî nivîsek tenê nivîsîne. ev nivîsa destpêkê ye ji tebaxa 2006'ê ji me re maye: Here lînkê

kunye
navê blogê: bê hêwn, veyşan û teyşan
mottoya blogê: zazakî, zuwanê ma, dimilî. welat, kurdistan, diyarbekîr, licokê. merdim, nan, aw, hewa, zuwan.
lînk: Here lînkê



01.01.2018 22:24 ~2018.01.04 10:32 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» welatozerin.blogspot.com

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî