êvara perwaneyê | 2012 Nivîskar: Bextiyar Elî | kurmancî | roman | 304 rûpel Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike kuPerwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovênoldar ên ku bawer dikin li dijî gun... |
1. romana bextiyar elî. bi zaravayê sorani hatiye nivîsîn. li gorî haşîm ahmedzade romaneke efsûnî ye. mijarê û honandina vê gelek cuda û balkêş e. |
|
28.07.2013 00:32 |
kelemejû
|
3. zûdaye min romaneke ev qas xweş nexwendibû. weke li jor ji hatiye nivîsin romaneke bi şêwaza realîzma efsûnî ve hatiye nivîsin. mirov hest dike ku qey salvador daliye ku ev roman nivîsandiye. paşê dibêji na lo ew wênesaz bû. lê dibe ku italo calvino be. erê erê ew e. lê ferq dikî ku ne ew e jî. dûv re devikê pirtûkê dinêrî: bextiyar elî... yanê ew qas di bin bandora wê de mam. |
|
16.02.2017 17:42 |
nazim tolhildan
|
4. Di entrya ewil de jî hatiye gotin, mixabin wergêr tu merês nedaye wergerê û hetk û helaka wergerê biriye. Romaneke gelek xweş e lê cihê mixabinî ye ku werger hişk e carinan hevok nahêtin têgihiştin. |
|
16.02.2017 22:50 ~2017.02.17 11:12 |
ferhenga şikestî
|
5. li gel balkêşbûna çîrok û naveroka pirtûkê, pirsgirêkên edîtoriyê û wergerê/transkrîpsiyonê hin pirsgirêkên wisa derdixistin ku mirov dihate ber devjêberdayina pirtûkê bi tevahî. Bi taybetî jî, di destpêka pirtûkê de min gelekî dijwariya têgihiştinê kişand ji ber ku dirêjkirina hin hevokan wateyên wan û mebesta nivîskar a xwedanfêmkirinê ji holê rakiribû. lê belê divê ev pirsgirêk nekevin navbera xwendevan/wêjehez û nivîskar. Bo wêjeyeke xurttir divê nivîskar û xwendevan bêyî astengên bi vî cureyî xwe bigihînin pirtûkan. Bi hêviya amadehiyên cîdîtir bo çapkirinê û edîtoriyê. |
|
10.07.2017 20:50 |
tizbîkêş
|
6. Romaneke Bextiyar Elî ye. Bo Kurmancî ji weşanên Avestayê çap bûye. Romaneke serkeftî ye. Roman li gor rêzikên realîzma efsûnî hatîye nivîsandin. Serleheng Perwane ye. Tê da ji evînên bêmiraz bigire heta bandora oldaran ya li ser gel heye. Teqez divê bê xwendin. |
|
26.03.2019 22:40 |
deştî
|
7. di lîsteya xwendinê ya ji bo vê mehê ya koma xwendinê ya tirşikê bû lê mixabin min nekarî bixwînim. ji ber ku wergera wê hetîketî bû. min nekarî ji 10 rûpelan zêdetir bixwînim. peyv tên fêhmkirin lê fêhmkirina hevokan tenê dihat texmînkirin. |
|
23.02.2020 22:49 |
simurg56
|
8. Romana ku min biryar da piştî min soranîya xwe hinek dî pêşvebir ezê cara duyem bêwerger bixwênim. Yekemîn romana bextiyar elî ye ku min îro xelas kir. Jiber xwendina wê zewqek edebî ne da, min di heyamek dirêj de xwend. Tevî ku gelek şaşîyên wergêr jî hebûn min romanê jî zêde ne eciband. Bawernakim ev tenê ji ber neserkeftîbûna wergerê be. Romannûsê me hewl dide wek gabriel garcia marquez hevokên dirêj û komplîke saz bike lê ev hewldan pir "kotekî" xuya dike. Di heman hevokê de sê-çar-pênç lêker hene ku mirov dikare bi xalê dawî lê bêne. Romannûs pir zêde behsa deman dike, wê êvarê, wê rojê, wan deman, wan şevan.... "seyr" û "ecêb jî favorî-peyvên nivîskarê me ye. Ji bo ku mirov ecêbbûna dîmenekê, bûyerekê bi xwendevan bide zanîn pêwîstî bi wê peyvê nake, tu ji me re wisan behs bike em bêjin çi bûyerek seyr, çi zemanek ecêb e. Lê nivîskar xwe li teralî girê dide her dubare dike, wan demên seyr, wê êvara ecêb, bi awayek balkêş... Nexê. Min şêweyê vegotina vê romanê ne eciband. |
|
22.05.2020 22:39 ~22:41 |
hespêsor
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |