Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
mîrname - tirşik
mîrname | 2008
Nivîskar: jan dost | kurmancî | roman | 232 rûpel

Mijara vê kitêbê Ehmedê Xanî û dema wî ye. Lê ev roman ne biyografiya Xanî ye bi qasî ku ew biyografiya her rewşenbîrekî ye ku li hember desthilatdari...
mîrname
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Romana jan dost.Mijara romanê ehmedê xanî û jiyana wî ye.roman bi navê "mire mektup"aliye mihso va tirkî hatiye wergerndiye



05.08.2013 20:56 | newenda

2. pirtûkek Yalvaç ural



06.08.2013 03:33 | firat

3. Jiyana ehmede xanî u doza wîya kurdayetî pir xweş nivisîye



08.08.2014 15:37 | quşxaneli

4. Hibr Dibare Hibr!



Baranê jî axaftina xwe ya avî nizim kir, weke ku dixwest guhdariya gotinên dawî yên ku dê zindî ji kesekî mirî re bibêjin, bike. Çipikên wê hêdî hêdî tarî dibûn, lê bala kesî nekişandin heta ku di nav vingevinga şêx Seyfeddînê Cubbeşîn re dengê Teymûrê meyxur, yê ku bi navê Teymûrê fasiq dihate naskirin, hat. Ew bi hêrs û tirs qêriya:

- Wey bavo ev çi ye! hibr dibare hibr!*



*ji mîrname



17.09.2014 20:09 | xendekî

5. pirtûka jan dost e ku min sê sal berê kirîbû, min go ha îro ha sibe lê sê sal temam qediye min hê jî venekiriye, dest pê nekiriye, ez nizanim dermana vê teraliya me heye yan na?



17.09.2014 20:40 | ferhenga şikestî

6. ji nava romanan ve yek jê hêjatirîn romana kurmancî ye

bi awayekî sembolîk -ku ji karekterên cuda- behsa ahmedê xanî tê kirin..

ahmedê xanî dil dike ku nameyekê ji mîrî re bişîne lê nagihîje mîraza xwe û jiyana xwe ji dest dide

ya rastî jan dost di vê romanê de dil kiriye ku behsa nakokiyên di navbera rewşenbîr û desthilatdariyê de lidar e bîne zimên..

zimanê pirtûkê gelek edebî û herikbar e



26.02.2015 20:55 | ferhenga şikestî

7. Romaneke jêhatiyê lêê dema mirov romanê xilas dike dibêje gelo berê min ev roman li ku derê xwendibû???? Jixwe piștí 2-3 dekkeyan derkeve hole* Ev ne romana Orhan Pamuk a" Benim Adım Kırmızı"yê.Jan Dost ji bi νêșartina meyteki destpê dike, di temame romanê de jî li ser disekine.Di Pamuk de jî di Dost de jî hattat u nakkas u nivískar in kehreman.Gelek tiştên dí jí hene lê bila vêga bimínin.Dema we xwend di sê caran bifikirin hûn ê fehm bikim.Lê dibêjin dema Pamuk jî nivísiye gelekî di bin bandora pirtûka Umberto Eco ya bi navê "ll nome della rosa"de maye ** Yaní çîroka vê meseleyê dirêj e.



Eco di 1993yan de

Pamuk 1998an de

Dost 2008an de nivîsiye.





31.10.2015 17:10 | pîremegrun

8. hibr e
bi hêsran û xwînê
têkel dibe
bi jehrê jî
dibe mirin
dibe jiyan



26.11.2016 15:17 | bûtîmar

9. Her nexweşek divê bi pincar û giyayên welatê xwe were dermankirin.

ji mîrnameyê. rûpela 141emîn.



29.12.2016 23:16 ~23:17 | bûtîmar

10. "çawa jehr dibe tiryaq, derman jî mumkin e bibe jehr"
ji rûpela 140an.



30.12.2016 09:41 ~09:42 | cinorek

11. ev kitêbê jan dost de
şêx ehmedê xanî heta dawî 21 car hate kuştin, ji xwe melê seyfedinê cubbeşîn nikaribû tiştekî bike lê ji destê hekîmê ermen zuhrab jî tişkî nedihat lewra ew hatibû jehr kirin; jehra slêmanî, gava şêx rehmetî bû li bazîdê çiraxan 3 cara hate vemirandin û dema definandinê de baranekî reş dibariya; hibr, kerameta xanî, şev bû tirsekan bawer nedikir lê sehhaf fehm kiribû ew çi ye, ew li ku be disa jî ev behnê dizanibû, ê din jî dipirsiyan hindirên xwe de, ev ne hibr be ev kincan çawa hate lewitandin.

me digot qey mîr ew jehr kiribû, lê ne wusa bûye, me teva xanî jehr kiriye nezanî yê me nefehmî yê me ew jehr kiriye.

di dilekî şikeştî de seydayê mezin rehmetî dibe.



01.01.2017 01:31 ~2017.01.03 02:23 | morado

12. Mirov dixwaze ew pirtûka tew xilas nebe.
Bila herkes bi vechê xwe qala we demê bike. Qala roja mirina ehmedê xanî bike.



01.01.2017 19:26 | elaziz izzetpasa camii

13.

behsa jiyana merivê rûgirtî dilê min lihev xist!. di dawiya pirtûkê de jan dost dixûrife. Xwezî ewqas kûr bi kûr behsa wan bûyêrên wî xortê ku tev mêran radizê nekira. pirtûk heta wira pirr nazik diçû.



02.01.2017 01:45 | bûtîmar

14. "Kuro, ji kurmanciya xwe bawer be û bidayika xwe re wefadar be! Lorîkên wê di guhên te yên ter de dema te şîrê wê dimêt, ne bi kurmancî bûn! Şabûna bavê te bi te re ne bi kurmancî bû! Lîstikên te yên di tava heyvê de û li ber sîka daran û di payîz û buharan de li kuçe û kolanên bazîdê ne bi kurmancî bûn? Te hîç keçek nehebendiye! Ma te çend gotinên nazik bi kurmancî jê re nekirine qey? Ji xwedê gunehe em li vî zimanî wisa bi çavekî kêm binêrin! Sêwîtiya wî bes e!"
Ji rûpela 63yan.



05.01.2017 09:00 | cinorek

15. - mirin şiyariya mezin e!
- û jiyan?
-serxweşiyeke dirêj e.


(rûpel; 23-xarpêt*)



14.01.2017 18:54 | elaziz izzetpasa camii

16. pirtûkek pir serkeftî ye.
xwezî rêzefîkma wê jî bê çêkirin.
btw çênd peyv li ser bloga min;
Here lînkê



22.01.2017 14:59 | cinorek

17. Pirtûka ku li ber qedandinê ye. Him dixwazim xelas bikim him jî naxwazim xelas bibe.
Nizanim çima lê heta niha min qet pirtûkên jan dost meraq nekiribûn. Lê çaxê vegera mosko min ji malê hin pirtûkên Kurdî bi xwe re anîbûn vira, Mîrname jî yek ji wan bû. Beriya du rojan min destpêkir û nikarim ji destan berdim. Çi zimanekî xweşik, gotinên delal...



19.04.2018 22:29 | gulêê

18. pirtûka bijartî ya koma xwendinÊ ya tirşikê ya meha adarê bû.

Sêyemîn romana jan dost e
cawar ewil hewce ye em hindek qala zimanÊ romanê bikin. wek tê zanîn jan dost ji rojavayê kurdistanê ye. ez bi dilekî aram dikarim bêjim ji bakûrnebûna jan dostî, xwendina romanê bi lezzettir û çêjtir kiriye. çimkî meriv ji romanê bêhna zimanê tirkî nagire ji ber ku mêjiyê jan dost ji tirkî berrî ye. lihevanîna hevokan û hunandina çîrokê û stûna romanê mişt bi kurmanciya gewr e ku meriv ji xwendinê têr nabe. jan bixwe helbestvan e û bi helbestê dest bi nivîsandinê kiriye. ji romanê bêhna nivîsîneke şairane difûriya û ev yek romanê gelek herikbar kiribû. meriv bêî ku eciz bibe xwe daqulî romanê dike. jan bixwe bi zimanê farisî û erebî dizane. eger em nasnameya wî ya helbestvaniyê jî li rex zanîna zimanên kurdî, farisî û erebî jî deynîn em dikarin bêjin ew bi rehetî li ser berhem û felsefeya şairê nemir ahmedê xanî ve bûye. yanê li ser xanî edilîye û kemilîye.
wek ku min amaje kiribû jan dost ji rojavayî ye di bin tesîra tirkî de nemaye. lê tevî avantaja vê yekê, dezavantajek jî heye ku di romanê de gelek peyvên erebî hene. tabê meriv vê rewşê heta qederekê kare tolare bike. çimkî di romanê de zeman û mekan hama bêje çar sed sal berî niha ye û li derûdora seydayekî medreseyê çerx dibe. ahmedê xanî şairekî kurd e û tevî şaîriya xwe alimekî dînê îslamê ye. ji ber vê yekê eger zimanê romanê xwerû bi kurdî bûya nakokî û eletewşîyekê dê rû bida.

eger em behsa naveroka romanê bikin: bi kurt û kurmancî roman behsa jiyana ahmedê xanî dike lê ev ne bi tenê romaneke otobiyografîk e. bi rêya karekterên cuda (21 heb karekterên cuda hene di romanê de) behsa ahmedê xanî tê kirin. 21 karekter jî bi awayekî ji awayan nas, dost, heval, feqî, neyar...hwd ên ahmedê xanî ne. ji vir de û wêde bi ahmedê xanî re bi awayekî têkilî û peywendiyeke wan çêbûye. her yek karekter ji hevudu pirr ciyawaz in. yên dilpak jî hene, yên zikrej jî hene û yên flû jî hene.
jan dost di vê teknîkê de bi fikra min gelek serkeftî ye, yanê ji heqê barê xwe hatiye. hemî karekter bi bîr, bawerî, felsefa û berjewendiya xwe qal û behsa xanî kirine. eger ew kes dijberî xanî be bi dijminane behsa xanî kiriye, eger dost be bi dostane behsa xanî kiriye. min gelek hej ji vê teknîkê kir. bi 21 pencereyên cuda meriv derbarê xanî de liqayî şîrove, vegotin û tehlîlan tê.

divê ez bêjim ku her çend jan dost ji devê karekterên xwe rexneyên xwe li civata kurdan bar kiribin jî bi ya min rexneyên romanê gelek rojane ne. yanî ez dibêjim qey jan bi rêya ahmedê xanî rexne li civata kurdan a vê serdemê aniye. loma em dikarin bêjin li romanê fikr û ramanên şexsî yên jan dost serdest e.
di romanê de jan dost bi rêya hindek karekteran bi tîrên xwe yên rexneyê mîr, mele û rewşenbîran hingaftiye. ew hemî rexne îro ro bêtir rewşa civaka me ya îroyîn destnîşan dike.

ezê ji we re hinekî behsa çend karekteran bikim( bi giştî 21 karekter hene ji ber pirrbûna karekteran nikarim hemîyan yeko yeko binivîsim. ez naşêm zêde spoiler têde hebe)
şengê: dildar û hezkiriya xanî ye. bavê wê bazirgan e. pirr hej ji pereyan dike loma dema ku seh dike ku xanî û şengê hevudu hez dikin û xanî jî ya dilê xwe dibêje demildest şengê dide kalemêrekî 60 salî.

hecî zuhdiyê bazirgan: bavê şengê ye, çendîn qedr û qîmeta xanî girtibe jî ji ber îş û emelên xanî naxwaze qîza xwe bide xanî, jina wî jê re dibêje em qîza xwe bidin xanî çimkî ew yekî qenc e lê bazirgan lê dizivire û dibêje; ''qencî ew e ku di bêrîkan de xuya bike. qenciya rast çingîniya florî û aqçeyan û dînar û diravan e ne xiştexişta kaxezan û sîrkesîrka qeleman li ser wan e.'' bazirgan bi vê gotina xwe hincet û bahaneya firotina qîza xwe ji me re eşkere dike. sed mixabin ev rewşa karaset hê jî li kar e. eger mirov di vê sedsalê de rasyonel bifikire bazirgan zêde jî neheq nîn e. çimkî wek heyam û sedsalên berê, di vê serdemê de jî pîvana 'hurmetbûyîn' û 'qedirbilinbûnê' pere, mal û milk û statu ye. di dinyê de nexasim di civatên wek civata kurdan de hemî dêûbav dixwazin keç û lawên wan jiyaneke têr î zengîn bijîn. lê li kurdistanê her gav (îroj ro di gelek gundan de hê jî wisa ye) hebûn û xweyîkirina qîzan wek bar dihat hesibandin. eger mirov krîtîkeke sosyolojik bike; kurd her cotkar û gundî bûn, yanê berê li bajaran nifûsa kurdan kêm bû, kurd bi pirranî xwe li gund û zozanan girtibûn, debara xelkê bi pirranî li ser ajotina erd û zeviyan û xwedîkirina ajal û heywanan bû. ji ber çend egerên dî yên girêdayî vê rewşê pirrbûna lawan hem ji ailyê zêdebûna karker û cotkaran hem jî ji aliyê zêdebûn û xurtbûna malbat û eşîretê ve avantajek bû. malbat bi firotina keçikên xwe yanê li ser qelenê keçikan pereyeke baş bi dest dixist. mixabin keçik ne wek ferdeke malbêt lê bes wek bidestxistina zîv û zêran dihat dîtin.

şêx seyfeddînê cubbeşîn: biya min giringtîrîn karekterê romanê ye. çimkî ew eynika civata kurdan e. dema meriv li axaftin û kesayeta wî dinêre meriv têderdixe bê ka binyada civata kurdan çima her sist bûye. jan dost bi Rêya cubbeşîn feraseta alim, seyda, melayên kurdan berpêş kiriye. cubbeşîn alimekî sexte ye, dijberî xanî ye. ji peyama quranê, ji dîn û îmanê fêm nake, ziman nizane, lê xwe wek alimekî ji ser aliman hesab dike. bi qewlê wî ''min çu kitêb nexwendiye'' lê salê bihezeran mirîdên wî ji çarmedora kurdistanê tên tekiyeya wî.
ew heyranokê romîyan e, li gorî wî kurd nikarin serî li osmaniya rakin û bibin xwedan dewlet! ev yek xeyelak e, bi tenê dîn û berredayîyên dera hanê karin xeyala wê bikin. kurd encaq dikarin bibin neferên dewleta osmaniyan û ji bo sancaqa padîşaha osmaniyan xwîna xelkê birijînin. çimkî romî efendî ne lê ew xulam, derîyê bihuştê encaq wisa li ber kurdan dê vebe. cubbeşîn bi çi qasî dişibe mela, alim, seyda û sîyasetmedarên vê heyamê newsa? li gorî cubbeşîn divê xanî dest ji kurdî û nivîsandina helbestan berde û bi fetwa û qewîtî û şiretên xwe berê kurdan bide şer û cîhada romîyan. mixabin em hêj ji ber fetwa û şîretên serkêşên vî rengî serdestiya tirkan di bin sîwana 'biratiya ummedê' û aniha jî 'biratiya gelan' qebul dikin.

recebê terzî û xalidê çolaq: her du jî di artêşa osmaniyan de erkdar bûne, receb çûye li stenbolê. ji aliyê jinekê hatiye xapandin û dûre ji bo pere û destketî û xenîmetan li gel artêşa osmanîyan şerê 'gawiran' kiriye. xalid jî hemalek e lê ji ber ku here bihuştê li gel artêşa osmanîyan li dijî eceman tevlî şerê rewanê bûye. di şerî de bûye birakuj û ew jî birîndar bûye. yanî yek jê ji bo pereyan bûye kujer, yek jê ji bo derîyê cinnetê lê vebe bûye birakuj!
di şerê ecem û romiyan de her gav kurd jî hebûn li her du alî jî kurd hebûn, yanî kurd ji ber her du dewletên xwînmij xwîna xwe rijandine, ma îro jî ne wisa ye?. di şerî de çolaq yekî dikuje û dure hevalê wî tê û hawar dike piştî hawara wî ya ''way heme birakem way heme birakem! jînim le paş mergit heram bÊ'' fêm dike ku kurd e. ew sehneya dilsoj heta hetayî ji bîra wî naçe. ma birakujî ji bîra kê diçe)


bi vî şiklî 21 karekter hene. ez naxwazim yeko yeko hemî karekteran binivîsim. çimkî ez hem westîyam hem jî naşêm bi spoileran meraqa we bikujim.

wek encam: ahmedê xanî dixwaze ji mîr re nameyek binivîse, têde gelek şîret hene lê ew name nagêhîje mîr. jan dost bi zimanekî herikbar, têrkurmancî, dewlemend, fêmbar û şairane bi rêya xanî behsa hemî nakokîyên civata kurdan rapêş kiriye ku ew nakokî hê jî hene; birakujî, sîxurî, şerê navxweyî, şellafî, qebulkirina serdestiya romî û eceman, guhpênedana zarê kurmancî, têkiliyên jin û mêran, meleyên sexte yên malîkşewitî... hwd



01.03.2020 02:36 ~02:39 | ferhenga şikestî