Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hêviyên ji sala 2016an
peyamên çepikkirî

82805. piştî ewqas (bnr: hêviyên şikestî) meriv nizane çi tiştî hêvî bike. ango li hêviya kê û kî be. hêviyên geş li gorî rewşa niha ya takekesî kêm in. her wiha welêt jî di nav xerabî, xwîn û zivistanê ye. da ku em hêvî bikin pir kêm sebebên me hene. lê dîsa jî tê zanîn jiyan bêhêvî derbas nabe. mirovatî kengê di nav kaos, zehmetî, birçîtî û kambariyê be jî dizane hêvîdar be û em jî wê wisa bikin.



belê, em ê çawa hêvî bikin? pirsa giran û bêbersiv ew e. çawaniya pirsê ewqas giran e, hinek caran derbasî aliyê eksîstensîyalizmê dibe. yanê rewş ewqas nexweş e. belaya welat, belaya evîndarê, belaya kesayetî û belaya qurrederê... hejmêre, naqede. neyse, piştî em dizanin em ê çawanê hêvî bikin em lê binêrin em çi hêvî bikin.



gava we peyda kir hûn ê çi hêvî bikin gazî min jî bikin û ez jî beşdar we bim.



15.06.2013 19:35 | simurg56