Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
kurmancî li bakur ber bi mirinê ve diçe - tirşik
kurmancî li bakur ber bi mirinê ve diçe
(12) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Min cara yekem pirtûkên kurmancî piştî qedandina lîseyê dîtin, berî hingî min tu car nefikirîbû jî '' gelo kurmancî

tê nivîsandin?'' Dema min pirtûkê kurmancî dîtin min dilê xwe de wisa gotibû. ''Kurmancî bi kêrî tiştekî nayê, mirov kurmancî nizanibe jî mirov tu kêmasiyê nakişîne û tu hewcadari nîne ku mirov kurmancî hîn bibe.'' Piştî sê çar mehan ku min pirtûkê li ser dîrok û meseleya kurdan xwendin ez têgihiştim ku wek her gelî, divê kurd jî zimanê xwe hîn bibin. Û penc şeş sala ez kurmancî dixwenim û hewl didim wergerê bikim. Lê di dawiyê de ez dîsa vegeriyam ser fikirê xwe yê ewil, kurmancî bi kêrî tiştekî nayê ji bilî ku mirov wek hestek an peywirekê neteweyî bibîne û hîn bibe. A herî girîng jî kurmancî ber bi marjinalîzebûnê ve diçe. Wisa here deh sal din kurmancî tenê li gundên kurdîstanê bê axaftin û ji aliyê komek însanên ku bi êşa dilê xwe hînî kurmancî bûne ve, bê xwendin û nivîsandin. Çunkî ji bo zimanek peş bikeve û li ser piya bimîne divê bibe zimane akademiyê, zanistiyê, perwerdehiyê û di her qadên jiyanê de cih bigire. Mixabin ev derfetên kurmancî ev sedsal e nînin û xuyaye di demek nêz de jî çênabin. Mixabin çi qas nexweş bê jî rewş wisa ye.



24.03.2016 23:15 | xulamê mîr

2. Wek gotina seyda seîdê kurdî "bêhêvîtî dijberê her cure geşedanêye(yeis mani-i her kemaldir)" ev sernavê hanê jî nîşaneya bêhêvîtîyê ye. Belê raste geşedana kurdî di bakur de qels e û di nav xetereyê de ye lê eve naête wî ma'nê ku kurdî ber bi mirinê ve diçe. Ger em tene wek dildarên tirşîk ê jî bi zimanê xwe xwedî derkevin îzna xwedê wê rewşa kurdî hêj geştir be. Tiştek ne zehmete ku em di nav gelê xwe de xebatên geşedana kurdî bikin, di qada tora medya yê bikaranîna kurdî bikin karekî sempatîk. Binêrin di nav kurda de xîretkêşên wek damezrînerên tirşîk ê heye. ma qey avakar û nivîskarên tirşîkê hêvî nadete dilê me. Bi min xwe piştî ku tirşîk ava bu ez zêdetir ketime xwendin û xebata kurdî. Ez bawerim di vê mijarê de ez ne tenê me. Û îzna Xwedê hindî ku em di jîyane xwe ya civakî de kurdî bikarbînin wê rewşa kurdî baştir bibe înşaallah...



25.03.2016 00:10 | azad30

3. rastî ev e. hecî dibêje ne wisa ye bila analîzên li ser rastiyê bike. Bi hêvîyeke sloganîk em nikarin çavê xwe ji rastiyê re bigirin.



25.03.2016 00:58 | xulamê mîr

4. vê nivîsa michael l. chyet bixwînin, hinekî din rewşê li ber çavê we zelal bibe. Here lînkê



25.03.2016 01:02 ~01:03 | xulamê mîr

5. Mixabin li bakur kurdî dimirê. Kal û pîrikên me Tirkî nizanin , zarokên me kurdî nizanin. Ji bo kurdî felaketeke mezin û ji bo dewlet û neyaran ji serkeftineke girîng e.

Piştî mirina Kurdî , sed Kurdîstan û sed artêşên Kurdan jî hebin korîm û cehnema wan.



Bawer dikim ji bo vê yekê berî niha sed salî Bediüzzaman Seidê Kurdî di wextê Seidê Kevn de dest bi xebatên Kurdî kir. Pêşniyarî û alikarî jo bo Rojname,kovar û pirtûkên kurdî kir. Li Kurdîstanê zanîngehên bi zimanê Kurdî bi dewleta Osmanî dane qebûlkirin. Yek bi yek li aşîretan geriya û şîretên xwendinê, desthevgirtinê, yekîtîy netewî kir. Pirtûk nivîsandin. Di nav bayê sîyasetê de temenê xwe derbas kir. Lê mixabîn şert û mercên wê demê giran bûn û gelê Kurd jî bê feraset û serhişk bûn.



Li gorî min , mirina peyvekê ji mirina hezar Kurdan xirabtir e.



Ez hêvîdarim ku bextê kurdî û Kurdan vebe .



25.03.2016 02:44 | gumgumok

6. îdîayek rast e.

10 sal wextek kurt e. di deh salan de kurdî li bakurê xelas nabe, ji ber ku hê jî vi sedhezaran mirovên ciwan hene ku bi kurdî dijîn. lê em dikarin bibiêjin ku nifşa nû %70-80 bi zimanê tirkî mezin dibin. ev yek jî xetereyek mezin e.

li başûr û li rojava rewşa ne wisa ye. lê li bakur mixabin pirsgirêkên mezin hene.



li bakur problem, xelasnebûna şer e. ez 30 salî me û her ku ez xwe dizanim, li welatê me şer heye. di nav van şertan de bêguman ziman nikare xwe bixemilîne. lê ez vê jî bibêjim, ez 30 salî me û li metropoleke tirkan hatime dinyayê û heta 20 saliya xwe fîlan jî min kurdistanê neditiye. li gel vê yekê jî bi saya berxwedana li bakur, me xwe û zimanê xwe wenda nekiriye. ev jî ne tiştek hindik e.



ger em werin çareseriyê... çareserî agirbest e, xelaskirina şer e. bi pêvajoya aştiyê, kurdan dikariya bi standina çend xalên bingehîn, şer rawestînin. çi ne ew xal?

1- xurtkirina rêveberiya herêmî (otonomî, fedarasyon ne şert bû)

2- dibistanên bi kurdî

3- di saziyan de bikaranîna kurdî



ger bi van şertan aştiyek çêbûya û rêxistinê, vê carê hemû hêza xwe ji bo geşedana ziman û çanda kurdî bi kar bianiya; piştî 10 salan wê li kurdistana bakur zimanê serdest kurdî bûya, wê nifşên me yên nû gelek ji me çêtir bûna û wê êdî bi awayek nettir herkesî bizaniya ku ev herem ne tirkiye ye.



weke mînak di pêvajiya çareseriyê de çend dibistanên kurdî vebûn, zarok tv hat vekirin. tenê bi van her du gavên biçûk jî jiyana me guherî. em ji zarok tvyê dibînin ku zarokên wê dibistanê çawa karîne hînî zimanê xwe bibin. û bi saya vê televîzyona nîv-profesyonel, niha zarokên me (yên min wisa ne) bi hêsanî hînî kurdî dibin. him jî weke min ew jî li metropolek tirkan in û 1 tenê jî cîranê me yê kurd tune.



welhasil, diviyabû êdî li bakur aştiyek baş-xerab çêbûya û gelê kurd derfet bidîta ku xwe temam bike, netewa xwe ava bike.



25.03.2016 19:29 | simurg56

7. ji ber ku bazara kurmancî li bakur tune ye tişteke normal e. berî şeş salan min ne dikarî kurmancî xeber bide ne jî dikarî fahm bike. zimanê min ê dayikê kurdî ye lê bi tirkî mezin bûm. bes çaxa ez bûm dora 15-16 min got ez ê hîn bibim.



wek gotina mehmed uzunê rehmetî tiştê ku em dikin ji alîkî dînîtî ye lê ji aliyê din ve jî kareke exlaqî ye. kêm an zêde em mecbûr in ku li ser zimanê xwe bisekinin û wê biparêzin. heger em bi zimanê xwe nizanibin em ê nekaribin ew hisiyata netewebûyînê his bikin.



25.03.2016 20:29 | kurê xelkê

8. bi ya min ne îdiayek e, bi serê xwe rastiyek e ber bi çav e. Lê xemsarî û bêhêvîtî kesek nabe dereke qenc û çê. bira aliyê te bê zanîn, ew jî tiştekî girîng e.



nuha kekên min her çiqas kurdewar bin jî zarên wan hema tirkî dipeyivin. ji ber em jî li nav bajarên tirkan mezin bûn. tenê li nav malê kurdî dihat peyivîn. heta bîst saliya xwe ez nizanim ku ji xêndî dê û bavê min, ez bi keseke din peyivî me. ji xwe nedikarîbûm jî lê piştî min dixwest bipeyivim, kurdên me yên li van bajarên tirkan dijîn, hema eksî dikin û wê tirkiya xwe ya xirab dipeyivin û dema meriv dibêje ka em kurdî qise bikin, dibêjin em kurmanciya we fêm nakin. asdfg



berê min digot qey ev tiştekî ya kurdên mîna me ne. Çend meh berê bavê min çû welêt. piştî hatinê ji me re got, bavo giş bi zarokên xwe re tirkî dipeyivin, zar û zêç nikarin bibêjin tu xêr hatî. tew lo lo.



25.03.2016 21:51 | biruya hayao miyazaki

9. raste , lê ez hêvîdarim.



aha ji ber vê rastîyê ez gelek hez ji tirşik'ê dikim. ji simurg56 ,shorbevan,brusk56,ferhenga şikesti, ceso ,xulamê mîr,xendekî,elegez ,nan û av...û yên dî.

ez gelek ji wan hez dikim.



em komek tekoşerên zimanin , li hemberê ezraîlê ziman şer dikin.



hêvîya xwe wenda nekin.



25.03.2016 22:04 | mijdar

10. sedema vî rewşa qirêj em nikarin tenê sîstemê û dûjmina de bibînin , em nikarin dê û bava de jî bibînîn . Kurd û kurdî tu tiştên polîtîkên rewş reşbe gere em rewşenbîr û polîtîkvanên xwe de bibînîn sîyaset çi bêje em jîyana xwe berbi wî alî yê ve dimeşînên û didomînîn . Kesê bêje "em kurdin ev hemû belan seva kurdbûna me li me dorgirtine em doza xwe neqetin " tu biêjî ev Îlkel mîllîyetçîlîk ê mîtînga alana tu bi tirkî biaxifî tu polîtîkaya xwe li ser kurda ve avakî lê derheqe kurdewarî de tu tiştekî nekî kurdewarîyê bi çavên dujminan bibînî û bêjî ev jî dewlemendiya anatoliyayê ye bêjî zimanê paşve here . Hejmara yekem ya kovara zerema yê de derheqê vejîna zimanê îbranî de nivîsek hebû gere rêber û serokên me wê dîroka gelê cihûyan bidine ber çavên xwe û polîtîkayeke ji bo gelê xwe biafirînin



25.03.2016 22:45 | xeteraqirêj

11. Gelê hevalan me têra dilê xwe behsa kul û derdê xwe kir dê ka hela em hinekî li ser çareserîyê biaxivin. Ya yekem divê em pêşî rastîya gelê xwe rastîya bişaftinê bizanin û li gorî hindê jî armancek reel an jî armancek biçuk destpê bikin. Mînak em dikarin gel weşanxaneyên kurdî pêvendîyek çêbikin bo belavkirin, firotin û xwendina kovar û pirtûka. Ji bo hindê jî divê em wek dildarên tirşîkê salê çend cara cîvîna lidarbixin hevdu baş nasbikin û dest bi amedekarîya projeyên pêşvebirina zimanê xwe bikin. Çi gava ku me destpêkir û me xebat kir emê encamekê hildin.



25.03.2016 23:58 | azad30

12. Çi gava ku me şûr û mertalê geşkirina kurdî hilda destê xwe tiştek ne dûr e ku em hindîk be jî bigehin miraza dilê xwe. Wek seyda bedîûzzeman gotî xwendin xwendin xwendin desthevgirtin desthevgirtin desthevgirtin. Divê em hemû hêz û qeweta xwe ji bo xîretkêşîyê bikarbînin ne ji bo îfsadkirin û biçûkxustin a hevalêt xwe yê ku dijberî fikra me ne. çi alîyê dînî çi alîyê sîyasî çi apocî çi pdk î çi nurcî çi pak î. Divê em cûdatîyêt xwe bidin alîyekî û tenê hêza xwe ji bo geşkirina kurdî bikarbînin.



26.03.2016 00:12 | azad30

13. Di vê meseleyê ku en rola dewleta tirk deynin aliyekî û wilo li rewşê binerin ez dibêm dê çêtir be. Pkk û hdp di nav ciwanên kurdan de pirr tên hez kirin. Ciwanên me çi xort bin çi qadin arkadaş bin tim endamên van her du rexistinan wek rolmodel dibînin. Dema meriv hinekî rolmodel diğer, bi her awayî xwe dişibîne wî/e û gelek cara wek wî/ê tevdigere. Îjar em werin ser kurdî. Pkk wek rêxistineke 40 salî heta niha bi ti awayî kurdî di nav xwe de bû awayekî xweş û geş bi kar neanî. Çiqas weşanên wê hebin ji sedî 90 turkî bi kar anî û kir ku polîtîkaya asîmîlasyonê karîgertir be. Serok û berpirsiyarên wê gelek cara daxuyanîyê xwe bu tirkî dan. Bnr. Birêz ocalan, serok ocalan hemû pirtik û pirtûkê xwe bu tirkî nivîsand. Camêr dev ji nivîsînê berde ti carî pirtutek kurdî nexwend jî. Bnr lîsteya pirtûkên camêr xwendine. Hemû nivîsînên di nav xwe de bi tirkî kir. Gerîlayên ku nizanîbûn tirkî, bi saya serê pkkê elimîn. Dek bahoz û gelekê din. Di pirtûka hesen cemalê tirk ya rojnivîskên delîlayê de li ser vê meseleyê anekdotek heye. Rojekê dêya delîla tê kampê bo qîza xwe bibîne. Dema tê û qîza xwe dibîne tiştek bala wê dikşîne. Ev jî ew e: delîla bi her kesî re bi tirkî diaxive. Dêya wê meraq dike û dipirse, qîza min te ti carî bi tirkî nediaxivî. Çi bi te hatiye? Filan bêvan. Wê çaxê delîla min û te weha bersiva dêya xwe dide: ez çibkim çayê li vira kes bu kurdî naaxive. Li belgefîlma bakur temaşe bikin di wir de jî heman tişt heye: gerîla di navbera xwe de bi tirkî diaxivin . Tiştekî ecêb e.yanî tê ji bo ziman rabe ji dev her tiştî berde û paşê bi wî zimanî neaxive. Me go weşanên pkk ji sedî 90 bi tirkî ye. Helbet weşanên wê yên kurdî jì hene lê pirr kêm in. Em werin ser hdpê.hpd jî hemû miting û çalakiyê xwe bi tirkiyeke xweş li dar dixe. Hpd di çalakiyê xwe de zimanê kurdî wek xemleke erzan û wek sloganeke puç û vala bi kar tîne. Di rojên ziman de û bi taybetî jî di bîlboardan ki di wir de jî gelek xeletî hene her tim. Ciwanên me jî ji ber kesê ku ji bo xwe wek rol model dibîne bu kurdî naaxivin ew jî gelek cara di bin bandora wan de dimînin û wek wan tevdigerin. Kî ne evên rolmodel? Selahattin demirtaş, sırrı süreya önder, fîgen yuksekdag, idris baluken û filan û bêvan. Ev camêrana jî tirkî pirr xweş bi kar tînin. Wekî din ti projeyeke hdpê bo kurdî nîne. Niha wê tenê wek amureke siyasî dibîne û wilo bi kar tîne. Heke ne wilo bû ya wê şaredariyê wan bêhtir girîngî bidana kurdî lê ka ew roj. Rast e kurdî li bakur ber bi Mirinê ve diçe. Ev yek her tim diçe bi leztir dibê. Vê rewşê jî heta ku kurdî bibe zimanê fermî siyaseta kurd kare biguherîne. Çawa? Mesela di çalakiyê xwe de bêtir kurdî bi kar bîne. Meselâ şaredarî xebatên çandî û hunerî teşwîq bike. Pirtukxaneyan veke. Festîvalan li dar bi bixe û hwd. Bi ya min ki vana bibe we kurdî hilmeke giran bistîne û hinekî bi ser xwe de bê. Binerin akp dema tê kurdistanê behsa helbestkarên wek xanî û feqî dike. De hinekî hun jî li van nirxan xwedî derkevin law. Bila şaredarîyê me mem û zînê çap bike. Bila ew mesnewîya mewlana wergerînin kurdî. Lê ka?

Em ji gazindan kerixîn welle.

Hinek jî wê bibêjin her şeyi pkk den beklemeyin heval.



26.03.2016 00:20 ~00:36 | hêvî

14. ev pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka pkk and pdk ye. rast e ji ber ku pkk wekî tevger zimanê kurdî nekir zimanê sereke lê kadroyên pêşîn ê pkkê binêrin ya tirkên çepgir yan jî kurdên welatparêz hene. jixwe hebûna tirkên çepgir dibe sedema li paş mayîna kurdî lê jixwe welatparêzên kurd ên ku pkkê saz kirin hemû xwendekarên zanîngehê bûn û tirkî zimanê wan ê rojane bû. ji ber wî hemû xwendin û nîqaşên wan bi tirkî bû. lewma jî ocalan pirtûkên kurdî nexwendibe ev yek tişteke normal e. lê ev ne mesele ye. dikarin hîn bibin û bila hîn bibin jî.

wek min li jor jî gote ev ne tenê pirsgirêka hizb û partiyên me ye. wexta ûris li polonya desthilatdar bûn zarokên polonî nedikarîn bi zimanê xwe perwerdehî bigirin ji ber ku polonî qedexe bû. lê dê û bavên wan zarokên xwe hînî polonî kirin. him jî li malê. wexta ez çûbûm polonyayê yek ji min re gotibû ku pîra wî zimanê xwe li malê elimî ye û ew her tim digel heval û hogirên xwe , çi bi awayeke veşartî çi bi awayeke aşkere, bi polonî axivîne.

mesela ûris wexta li lîtvanyayê desthilatdar bûn xelkê lîtvanya pirtûkên lîtvanî bi dizîka gihandine hevûdu. çawa ku di salên notî de kasetên ciwan haco, şivan perwer û hwd. bi dizîka gihiştine destê însanan lîtvan jî wiha pirtûkan mal bi mal gerandine. ê ku îngilizkî dizane bila wekî "lithuanian book smugglers" lêgerînek bike wê bibîne.

yanî bi kurt û kurmancî pkk an rêxistineke kurdî daxuyaniyên xwe bi tirkî bide jî divê meriv ji xwe ra li bahaneyan negere û xwe bi xwe hewl bide. jixwe bazara kurdî li bakur tune ye lewma jî normal e ku kesî berê xwe nede kurdî. ji bo ku kurdî têkeve nav jiyana me ya rojane lazim e pirsgirêkên me ên siyasî çareser bin.

ez bi xwe kurmancî xwe bi xwe elimîm lê wê çend ciwanên kurd xwe bi xwe kurmancî hîn bibe an jî kurmanciya xwe pêş bixe? loma ez dibêjim lazim e pêşî pirsgirêkên me ên siyasî çareser bin ji bo ku bazara kurmancî hebe û gel jî berê xwe bide kurdî.



10.10.2017 17:38 ~17:41 | kurê xelkê

15. îdîayek rast e lê bi rastî ne rast e.. Ez xwendekarê lîseyê me. Ez bi mamoste û hevalên xwe re tenê bi kurdî diaxivim. kurik tenê bi kurdî diaxivin le keçik... Yên herî zêde di bin bandora asîmîlasyonê de ne keçik in.
Zimanê ku zarok pê neaxivin paşeroja wî tune. lê me zimanê xwe ji bîr nekir. Zimanê kurdî namire.
derman: Here lînkê



15.04.2023 22:53 ~22:53 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmancî
» bakur-başûr
» berbihîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan dirok ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî