Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sebebên veqetîna xoşewîstan - tirşik
sebebên veqetîna xoşewîstan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbet ji bo veqetîneke tu nikarî sebebeke bibêje û bireve. Pêvajoyek/çîrokek heye û tenê tu û xoşewîstê/a xwe dikarin bizanibin.

Lê ger min mijar vekiribe dibe sê -çar sebeban jî bibêjim.

•belkî bircên van hevalan birca kevan û birca masî be.

•belkî aliyek têr bûbe.

•belkî jî ji hev hez dikirin lê nebû.



29.03.2016 22:49 | gulêê

2. gelek sedem hene, ew gelek sedem jî girêdayî gelek şert û mercan e, ew gelek şert û merc jî li gorî mirovan guherbar e, ew guberbarî jî li gorî derfetan e, ew derfet jîafjafjaftyafjd.. neyse me digot çi? jiyan kurt e, çivîk difirin..

dema we hez kir bernedin..



29.03.2016 22:51 | ferhenga şikestî

3. ji ber êdî ji hev hez nekirin, xelasbûna evînê nîbe gelo*



30.03.2016 12:12 | nazim tolhildan

4. gelek normal e, sebeb jê re ne lazim e. însan têne dinyayê, mezin dibin, hez dikin, ji hev vediqetin û dimirin..



30.03.2016 12:52 | terkexem

5. Tu tekîlî heta hetaye berdewam nake, nikare bike. Qet nebe jî dawiyê de mirin heye *



30.03.2016 14:44 | bêvila nazmîkirik

6. mixabin di welatê me de gelek caran siyaset, baweriya dînî û netew e jî.

belkî veqetînên herî dijwar yên ji ber van sedeman bin.

elewîtî-sûnîtî, kurdîtî-tirkîtî, misilmanî-êzîdîtî, hpdyîtî-partiyên-din, chpyîtî-akpyîtî, barzanîtî-hdpyîtî û hwd.

di veqetinên wisa de, her du alî jî hez dikin lê malbat destûrê nadin.



30.03.2016 18:41 | simurg56

7. sedemek herî mezin kêmbûn an jî tunebuna evînê ye. Piştî ku hesta evîna ya destpêkê bandora xwe winda dike aha hingê cûdatîyên nêrîna wek hecet derdikeve holê an jî carna hecet nîne bixwe dibe sedem lê ger evîn hebe mirov dikare bide xatra evîn ê û cûdatîyêt xoşevîsta(ê) xwe neke sedema nîqaşê. Lê wextê evîn xilas êdî cûdatîyêtî naête te'emmûl kirin.. Axkî bê evîn nabe...



30.03.2016 19:01 ~19:06 | azad30

8. Tiştên beredayî jî dibin sebeb, for example;

Here lînkê



31.03.2016 00:05 | gulêê

9. gelek sedem hene sedemên di serîde ne rastî, ne durustî,bêkêr û bêkarî..



31.03.2016 01:16 | shorbevan

10. ev mode jî piştî fîlma ıssız adam bi dest û dev û lêv û pê bû.

ez jî dixwazim beroşek tijî pelçim û dolme deynim ber yekî û ji nişka ve jê re bêjim ''keçkokê min divê dev ji te berdim.'' ji ber ku bi qewlê kemal varol;



''her kötülüğe varım artık: annem beni görmüyor''



17.08.2016 14:35 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sebebên neçûna pirtûkên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî