Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rexne û şîret ji bo tirşikvanên nû - tirşik
rexne û şîret ji bo tirşikvanên nû
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Daxazîyeke vî feqîrî ye, ku heke hun kêmasîyeke wî bêjin, wê sed dua ji we re bike.



Bi teybetî ji mamosteyên zane, kevn û kevnar hêvî dikim.

Dixazim kû kêmasîyê xwe bibînim. Çawa?

Ez hinekî rê şanî bikim. Hun karin ji van alîyan vê binêrin:

Wêjeyî

(bnr: denganî)

(bnr: peyvsazî (morfolojî) )

(bnr: watenasî (semantîk) )

(bnr: peyvên hevreng)

(bnr: ergatîvî)

(bnr: cûreyên bêjeyan)

(bnr: navdêr)

(bnr: cînavk)

(bnr: hevalnav)

(bnr: hoker)

(bnr: daçek)

(bnr: gihanek)

(bnr: baneşan)

(bnr: jimarnav)

(bnr: hejmarên hokerîn)

(bnr: lêker)

(bnr: hevoksazî)

(bnr: rastnivîs)

(bnr: xalbendî)

Û tiştên din jî...



Not: mamoste > hemû tirşikvan



02.04.2016 01:36 | gumgumok


3. bi tenê guh bidin formata tirşikê, em tiştekî din naxwazin allah wekîl!



02.04.2016 15:20 | ferhenga şikestî

4. Bi rastî em malê, zaningehê, rê da tax û kolanan da hema bêje her derî ev pergal mîrov dixe nava qefesekî.ku nivîskaren nû dest bi nivîse xwe kirin bihêlen bira dile xwe rehet bikin eva dehan salê nehîştine ku tiştek binivîsin u bixwînin.le em çi dikin binê nivîsên wana da format ha format dinivîsin.(piçikek bênhfireh u sebrdar bin) ku domdar bin û çend roj payamên tirşikê bixwînin ye fêrî metodoloji ya formatê bin.ev ecemitî jî heta bi hetayê nedome ne wusa.hevalno serî da brez simurg ji wera got ;hun dikarin li wir lotikan bavêjin.ez hêvîdarim ku herdem domdar bin û wî rengînî ye li tirşikê kêm nekin



02.04.2016 17:58 ~17:59 | quşxaneli

5. peyda bibin, çê bibin, zêde bibin! xwe bidin hebûn!

heyra ez kesên nû mû nabînim li vir. heya min hay jê çêbûye, dûre min jifêzagorda hatibû, yekî/ê din jî nayê bîra min. ew jî bi herî kêm berî 6 mehan bû. ka kurd, ka neviyên ehmedê xanî? wê demê, mere dibê herhal xema kesê nine. ez dibêm, dibe ku xema tu tirşikvanê jî nebe ka rewşa tirşika reben çi ye, çawa ye. mijarek bi bernavê min hîna nehatiye vekirin. kesê hîna bi xêrhatiniyê li min nekiriye. xwe wek ji aliyê tirşikvanan ve nehatiye qebûlkirin dibihîsim. tenê hevalê simurgpêncîûşeş, xwedê jê razî, di roja yekê de, ji ber ku admînê tirşikê ye, gotibû tu bi xêr hatî. û ez neheqî nekim, hevalê gumgumok ji min re peyamekî şandibû niza'm çend meh şûnde, xwedê jê razî, ew jî gotibû qey ez mirovekîsmaîl im. min got, na heyra, ez ne mirovekîsmaîl im, ez mirovekîrind im. na hevalno, destê min neşikiyaye. ez bi destê xwe yên xweşik ku wek ya piyanovanekî ye* ji xwe re vekimê: (bnr: mirovekirind)

ji netirşikvaniyê darbas bibin. xwe ji netirşikvaniyê xelas bikin û bigihînin tirşikvaniyê, hevalên netirşikvan!

(bnr: rexne û şîret ji bo tirşikvanên kevin)



16.08.2018 22:03 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rexnegirêtagirtî
» şîret kirin
» tirşikvanên ku dixwazin peyamên wan werin jêbirin
» nûjdarî û îngilîziya nûjdariyê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî