1. qampanyaya ku ger bi sedemên derbasdar destpê bike, ez ê jî tevlî bibim * |
|
03.04.2016 10:05 |
simurg56
|
2. qampanyaya ku wê neçe serî, ji vir meheke berê di ekşiyê de jî qampanyayeke bi vî rengî dest pê kiribû, ji kerema xwe re pîne nekin, hebekî orjînal bin. egerên nivîskarên ekşiyê têra xwe maqul bûn lê egerên nivîskarê ku dixwaze eynî tiştî di vir de jî bike, qet maqul nîn e.. |
|
03.04.2016 12:31 |
ferhenga şikestî
|
3. ev sê sal e ez li vir im heya niha tu peyameke min nehatiye jêbirin. ku ên hatine jêbirin hebin jî ez nizanim. * jixwe mesele jêbirina peyaman nîn e. heger bi rastî jî neheqiyeke hebe, jixwe ên ku di tirşikê de çalak in ne zêde ne, divê moderator wê şaşiyê rast bikin. ku neheqî tune be jixwe kes nikare deng bike. nizanim gava peyameke tê jêbirin agahdarî ji nivîskar re tê dayîn lê heger gava peyameke me jêdibin gerek e ji me ra bêjin ji ber van sedeman me peyama te jêbir. heqê me heye ku em bêjin agahdariyê bidin. |
|
03.04.2016 13:45 |
kurê xelkê
|
4. kampanyayeke ne diçe serî ne jî xweyîheqiya wê heye. her peyameke ji aliyê moderatorekî ve bê jêbirin jî, di danegeha tirşikê de qeydkirî dimîne. tenê simurg56 dikare van peyaman bibîne û paşve bîne. bi gotineke din delîl û ispatên me hene, peyamên zêde zêde derî formatê hatine jêbirin, li gor iddia û angaşta rasteqîn peyamên wî hatine jêbirin lê yên azad30 nehatine jêbirin, ev jî nerast e, ji 15 peyaman nêzî 10 peyam yên azad30 in. di van peyaman de tu agahî, ti zanîn tune ne, tenê bersiva peyama jor an bersiva keseke din hebû, ji ber vê hatin jêbirin. heke yek li dijî vê tiştekî bêje, vaye simurg56 li vir e, dikare derxe dane holê. |
|
03.04.2016 13:59 |
xendekî
|
5. Qampanyaya ku dema çûm malê ez ê îdiayên wê derxim holê ka rast in an na. |
|
03.04.2016 14:36 |
simurg56
|
6. agahî; |
|
03.04.2016 21:38 ~21:39 |
simurg56
|
7. mijara ku diviyabû bibûya qada pêşniyaran lê dîsa tenê gûftûgoyên bêencam hene. |
|
03.04.2016 22:17 |
simurg56
|
9. Fikrekî wisaye kû ti xêr û bêr têde nîne û ji dil û kezebê xemgîn kirime. |
|
03.04.2016 23:01 ~23:06 |
gumgumok
|
10. qampanyaya ku kesên hişmendbin tevlî nabin û gû kî wisa naxwin *, moderator bi xebera min bikin peyamên ne li gorî formatê bin jî jê nabin yanî kurdîya îro (çêr, şer, pevçûn, gotinên argoyî.. ) bira hebin ev kurdîya tirşikê ewê ji pêşerojêre lazim be..., qampanyaya ku simurg56 bî xêra wê îtîraf kiriye gotiye shorbevanê bê zar û ziman * yê bê sûc û guneh hatiye astengkirin ezê dewa tazmînatê lê vebikim divê cirmê xwe bide * |
|
04.04.2016 00:16 |
shorbevan
|
11. qampanya min bi xêra wê dîtiye peyama min a di sernivîsa taybetmendiyên karekterîstîk ên dîndaran peyama wiha; "(bnr: reşşik) *" min piçek li gorî formatê û rast gotiye dema meriv ji dîndara xeberdide reşşik didin* ez bawerim peyam nehatiye fehmkirin jiber wî hatiye jêbirin. |
|
04.04.2016 00:26 |
shorbevan
|
12. qampanyayeke çiqas bêjî bê armanc, bê wate û nehewce ye. û tişteke tê ji bîr kirin jî heye: hinek dibêjin jixwe peyamên tirşikê kêm in, her çiqas derî formatê be jî, peyamên heyî jî em jê nebin filan û bêvan. bi rastî bi ya min nivîsandina derî formatê bi avayeke din dîsa hejmara peyaman kêm dike, ji ber ku gelek kes jî ber nivîsandina der formatê nanivîsin. lewra rewşeke zehmet e. xwedê alîkarê moderatoran be. |
|
04.04.2016 10:53 |
nazim tolhildan
|
13. Ne kampanya ye. Şaşiyek e û xirabiyek e. xebînetê! |
|
13.01.2018 02:39 |
gumgumok
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |