Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 35 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gîskê eziba
peyamên çepikkirî

89865. Berî roja dawetê, dema ku bavê bûkê tê mala bûkê,ezibên (عزیب) (yanî xortên nezewicî, bêkar) gund jî têne mala bûkê. Dibêjin û da'wê dikin; ''ev keç, keça gundê me ye. Em destûrê nadin ku hun vê keçê ji gund derxin, bibin, heta hun mafê me eziban bidin. Mafê me jî gîskik e.''



Bavê zavê jî çarneçar qebûl dike. Û sonda gîskikî dide. Lê bi wî şertê ku xizmetê bikin, ewlehîya seyare, araba û tiştên dawetvanan pêk bînin. Ezib jî vî şertî qebûl dikin. Îda heta malbata zavê ji gund derkevin li ber seyyareyan dimênin û nahêlin ti kes rê bigirin.



Ev kevneşip îro hinekî guheriye û ji bedêla gîsk , pera dixazin.



27.10.2013 15:55 | simurg56