1. derhênereke yewnanî ye. bi piranî mijarên fîlmê wî (yên ku min temaşe kirî ye) ji ser kesan re dayîna dîroka giştî ye, bi awayek meriv dikare bibêje fîlmên dewrî ne ( dönem filmi ). |
|
11.06.2016 14:40 ~14:40 |
xewnname
|
2. Rebbêkî cinemaya yewnan e. Eternity and a Day fîlmeke gelek hêja ye. |
|
18.09.2017 22:47 |
robar cilo
|
3. li ser sînemaya wî û "di sînemaya wî de behsa kurdan" nivîseke balkêş.. |
|
30.04.2019 23:00 ~23:02 |
bûtîmar
|
4. li gor nûçeyan dixwest fîlmek li ser kurdan çêke. hevalek wî kurd î canecan hebû. wî di got. min nûçe nedît. |
|
24.12.2019 12:46 |
xwelî li ser
|
5. Min duh filma wî ya (bnr: landscape in the mist) yanê "dîmenên xumamî" temaşe kir. Bû du filmê wî temaşe dikim, ez dîsa mest û xemgîn bûm. Dîsa hîsê têkel hate min ku mîna zarokatiyê li gund bim di nava reş û ewrahî û tenêtiyê de li bin banê xwelî ji her tiştî dûr xwe têxim qorziya malê û bigirîm. Filmek balkêş û xweş bû. |
|
24.08.2020 16:24 ~16:32 |
rizgarm
|
6. Dikarim bêjim derhênerê ku herî zêde kêfam jê re tê theo ye. Dîmen çîrok û muzîkên fîlmên wî min zehf hestîyar dikin. Teknîk kamera filan bêvan ne girîng e ew qas. Temam girîng e lê ne hew qas. Ez temaşevan im. * bila hestek li min zêde bike bes e. Zêdeyî serê min e. |
|
24.08.2020 19:56 |
xwelî li ser
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |