Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yar tu yî - tirşik
yar tu yî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şahhelbesteka feqiyê teyran e, wek helbest ne bes bû, du ciwanmêrên bi navê serhad eke & mehmet fatih can jê re newa û meqameke ew qasî xweş û naîf li hev anîne, kirine sran, mirov bîst û çar saetan guhdarî bike jê têr nabe.









Bizan ku min yar tu yî

Dil jê birîndar tu yî

Ez kuştim yekcar tu yî

Kubkub li min çar tu yî

Bi destî hem yar tu yî

Pir li min kubar tu yî

Ê xezeb sendî ez im

Di qeyda benda ez im

Xweş-qeda eîla tu yî

Cama peyala tu yî

Xweş-bejin bala tu yî

Delal di mala tu yî

Berbextê tala tu yî

Nîmetê ala tu yî

Ê b’şewqa xala tu yî

Daîm dinalî ez im

Zar zar dikalî ez im

Harot di çalî ez im

Dûr ji wî halî ez im

Yar di xeyalî ez im

Milhema derdan tu yî

Li baxî werdan tu yî

Nûra li perdan tu yî

Li baxî bilbil ez im

Muqîmê dilkul ez im

Bi ahê xulxul ez im

Ê xem lê nazil ez im

Qalibê bêdil ez im

Sotiyê sêxil ez im

Horiya Rehman tu yî

Mohra Silêman tu yî

Denanê Îsa tu yî

Min dikî derman tu yî

Xweş dikî derman tu yî

Bi ah û kovan tu yî

Ê tu hebandî ez im

Işqê şewandî ez im

Lewma lumandî ez im

Dermanê jara tu yî

Heyva li çarda tu yî

Sêva li dara tu yî

Gula bihara tu yî

Tîjî nûbara tu yî

Xutba l’mihdara tu yî

Ê xêrq di xwînê ez im

Ê kuştî birînê ez im

Ê dûr ji şeynê ez im

Aşiq bi beynê ez im

Wekî di şînê ez im

Xerîb ji şînê ez im

Mehbûba pirnaz tu yî

Rinda xweşrimbaz tu yî

Qewî li dilxwaz tu yî

Ereba dilbaz tu yî

Gerden sî û gaz tu yî

Ya b’tewq û gulwaz tu yî

Ê malik wêran ez im

Hewceyê xêran ez im

Dînê di dêran ez im

Mehrûm ji sêran ez im

Kuştî bi kêran ez im

Ya qenc li dinya tu yî

Ya l’ber kehniya tu yî

Xetba enbiya tu yî

Nûra rohniya tu yî

Mehbûba dila tu yî

Nûra zemîna tu yî

Aşiqê nûrê ez im

Wekî di gorê ez im

Kela difûrê ez im

Dûr ji hizûrê ez im

Darê tenûrê ez im

Mihra firengî tu yî

Sultanê zengî tu yî

Ê şahî rengî tu yî

Ya b’keyf û dengî tu yî

Tîra xedengî tu yî

Kivanê cengî tu yî

Ê ku dikarî ez im

Qewî nikarî ez im

Temîmê Darî ez im

Dîwanfişarî ez im

Bi ah û zarî ez im

Ê tîr lê barî ez im

Min ah û meded tu yî

Yûsifê emred tu yî

Mehbûba bêhed tu yî

Durê Zeberced tu yî

Reyhana eswed tu yî

Min can û cesed tu yî

Nesaxê bêjan ez im

Taziyê ‘uryan ez im

Ê b’kul û derdan ez im

Mecrûh ji qehran ez im

Ê xurî şêran ez im

Feqiyê Teyran ez im

Feqiyê Teyran



11.09.2016 04:48 | endazer

2. helbestek hêsan, feqiyê we ev nivîandiye he ? helbesta ku yekî bîna min jî dikare jê xweştir binivîsîne, ev çiye;

yar tu yi

neyar ezim

bax tuyî

beyar ezim

firingîya pembe tu yi

xiyarê qermiçok ezim

...



hişyarî: ji mejbûrî daku hê Hun wekî mozan li min raneweşiyane dibêjim henek henek *



11.09.2016 23:17 | shorbevan

3. Helbesta ku kê kiribi stran ez ji eniya wan maç dikim. Seeta wan xweş bi , min têra xwe nan û av jê derxist.



14.09.2016 22:40 | biaqila malê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yar gijlokê
» yîk

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn wejehlbst kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî