Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qewlê miskîno jaro - tirşik
qewlê miskîno jaro
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qewlê miskîno jaro



"Oldarên Êzîdî heta îro hêjî wexta Êzîdiyekî nexweş dikeve ber mirinê û divê ruhê xwe bide Ezraîl, ew vî qewlê 'Miskîno jaro' li ber serê evdê nexweş dibêjin."



Hey benî Ademo,

Miskîno jaro Ademo.

Ev dinya mestexanye,

Wek xewina şevane,

Hero yara hinane.

Ka Silêmanê hukim dikr ?

Ka Bilqîza nav dikir ?

Tu jî xweş bî,

Ewan diniya ji xwera terik dikir.

Ka silêmanê pêxemberan ?

Ka Bilqîza bi zêrê zeran ?

Tu jî xweş bî,

Ew jî çon, nav ax û beran.

Kanê Xidir kanê Elyas ?

Kanê derwêşê tizbî û wekaz ?

Tu jî xweş bî,

Ew jî dinav axêda kirin qeyas.

Benî Adem livê diniyayê mebe tema,

Ev zêr û malî gelek meke cema,

Diniya bo Resulê Xudê nema.

Ev diniya erdê derwêşe,

Têda di gerin cimile cêşe,

Kesek bi nefisakibar naçite pêşe.

Mala gorê çende kûre û çende tarî,

Tijî mare tijî mûre,

Ya Rebî tu dikarî dû aşiqan ji yek bikî dûre.

Werin werin xizim û lêzim ,

Wê gavê giriya me bêt,

Dax û sed kovan û keser,

Xalikê şêrîn lêvên şekir,

Nema biden xeber.

Qewî giriya me bê ,

Hizin û girî bê fayide ye,

Gor û kivin mala me ye.

Me girî me nal,

Hêstiran ji ruwê xwe bimal,

Ev diniya bo pêxemberê Xudê nema.

Werin werin lezim werin,

Emê îro gelek bigirîn,

Xalikê mêrga heciya ew mîr dike,

Xêr û şeran xefir dike,

Daxa dilan bapîr dilke. (2: Rûp.: 94-96. )“



14.09.2016 13:57 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qewlê afirandina dinyayê
» jaroslav hasek

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst oldin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî