1. navê pirtûka nÛ a helbestan a şairê kurd rênas jiyanî ye.. hê li tu pirtûkfiroş û pirtûkxaneyan nehatiye belavkirin.. îro ez û hevaleka xwe em çûn weşanxaneya belkiyê serdana rênas û me du heb diêşiya jê wergirtin.. û di ber re jî me qala ehl û iyalê wêje û helbesta kurdî jî kir.. piştî tiştên di heqÎb û xurcezînên me de yên derheqê wêje û helbestê de qediyan min mijar anî ser tirşika tiberik û tam-seyfe min reklama tirşikê jê re kir.. camêr gelekî pê kêfxweş bû û got illeh di keys û mefera ewilîn de ez ê lê binêrim.. paşê min wateya janyayê jê pirsî got janya yanî war û welatê êş û janê.. her weke îspanya û îtalyayê.. min çewt xwendin û telafûzkirina helbesta hebhinarkê ya ji aliyê koma hîvron ve jê pirsî got haya min jê heye lê ez ne mirovek otorîter im û naxwazim zêde destê xwe li her tiştî bidim.. û got ji aliyê camêrekî ve janya jî hatiye bestekirin û di demek nêz de wê derkeve pîyasê.. |
|
25.08.2013 00:18 |
endazer
|
2. xuya ye ku rênas (tu rênas î, di çiyayên enternasyonel têk de dinasî, ya ku ez dikim bila bimirim, bimirim, bimirim...) bi diêşiya ve hinek ji helbestê dûr ketiye. rênas ne ew rê(ne)nas e ku helbesteke weke "marka", "helbest-matîk" binivîse. an jî hêvî jê zehf bû, lê belê xuyaye ku rênas xwestiye helbestên xwe yên li erd merdan belawele bûyî, vey de. ne beşa welêt be nexwe herdu beşên din (evîn, huner) ne ewqas rênasans in. lê sirûda kurdistanê hêja ye ku zarokên kurd tev de vê helbestê ji ber bikin. |
|
21.10.2013 19:09 |
zero
|
3. Ji bilî çend helbestên wî ev pirtûka wî ne çê ye. |
|
22.10.2013 14:00 |
gulan
|
4. bi rastî jî diêşîne têde helbestên pirr xweş hebûn min çend roj berê girt û di nîvê şevê de min vekir û min qedand armanca min qedandin nebûn jixwe xewa min dihatin ji bo xwendina çend helbestên destpêkê min girt destê xwe lê nema min berda heta dawiyê ez çûm kitab ji 3 beş pêk tê evîn huner û welat.. tenê beşa huner ne xweş bûn |
|
10.12.2013 04:22 |
ferhenga şikestî
|
5. tişta ku êş jê tê, diêşe, jan jê diçe, dişewite, an jî dilşikestî û navê pirtûka helbestan a rênas jiyan e. |
|
27.06.2014 18:31 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |