1. navê pirtûka nÛ a helbestan a şairê kurd rênas jiyanî ye.. hê li tu pirtûkfiroş û pirtûkxaneyan nehatiye belavkirin.. îro ez û hevaleka xwe em çûn weşanxaneya belkiyê serdana rênas û me du heb diêşiya jê wergirtin.. û di ber re jî me qala ehl û iyalê wêje û helbesta kurdî jî kir.. piştî tiştên di heqÎb û xurcezînên me de yên derheqê wêje û helbestê de qediyan min mijar anî ser tirşika tiberik û tam-seyfe min reklama tirşikê jê re kir.. camêr gelekî pê kêfxweş bû û got illeh di keys û mefera ewilîn de ez ê lê binêrim.. paşê min wateya janyayê jê pirsî got janya yanî war û welatê êş û janê.. her weke îspanya û îtalyayê.. min çewt xwendin û telafûzkirina helbesta hebhinarkê ya ji aliyê koma hîvron ve jê pirsî got haya min jê heye lê ez ne mirovek otorîter im û naxwazim zêde destê xwe li her tiştî bidim.. û got ji aliyê camêrekî ve janya jî hatiye bestekirin û di demek nêz de wê derkeve pîyasê..
ez bêm ser naveroka pirtûkê ji ber ku min her du diêşiyan jî ji bo hevalên xwe wek diyarî standibûn bes bi qasê nîv seetî wextê min ji bo xwendin û lênêrîna pirtûkê çêbû.. yên ku rênas ji nêz ve ji kovar û rojnameyan dişopînim pirraniya helbestên di pirtûkê de wê nas bikin.. yanî pirraniya helbestên di pirtûkê de ne nû ne an di kovarekî de an di rojnameyekî de weşiyane.. û divê ez bêjim ku ew tama berê ya ku min ji helbestên janya û mexzena xwînê standî min ji diêşiyayê nestand.. dibe ku îro tama devê min nexweş be ez neheqiyê lê nekim.. lê ji xwe ya ku rênas jiyan li ber dilê min hêja û ezîz dike ji helbestên wî wêdetir û zêdetir sekn û helwesta wî ya sade û nefsbiçûk e..
ez ê wek nimûne helbestekî li vir ji pirtûkê binivîsim lê ez ê ne ji pirtûkê ji profîla lokman ayebe ya facebookê jê bigirim û li vir binivîsim.. di nav pirtûkê de helbesta ku zêdeya zêde kêfa min jê re hatî û dilê min lê rûniştî jî ev e..
7.777.777 *
''reng:
li xirbeyekî xewle,
di nêrînên cahşikeke cindî de min velîstiye
ma kî pê zane
çavên xwe û çermê xwe min ji qefesa te ye bûkaniyê re hiştiye, ji dêvla morîk û hirbiyên te
dixurînim birînên xwe bi bîranînên xwe
roj:
hişê min pelîse
devê min avisî gotinên beravêtî
erê; tu erbaneyeke bicizbêketî yî
erê; tu ribabeke ji êgir î
lê tu nikarî ewqas stranên ji dil hilgirî
tu nikarî...
huner:
temberiya min talankirî
li hêviya hêviyên kurmancî me
ka
dirêjî min bike ew gulîkên xwe,
di xêzikeke filehan de asê mame
ma kî zane
kişwer:
ecacokeke emeliyatkirî rabûye,
li kulîna kevaniya gulî-ba
dixwaze
li hilobiyên bitr
guhdarî bike
delala dobelana
prematurê:
û ferşikê
berxikê
xewsivik
meyand
mexzena xeyala
here û ji wan re bêje
noteyên muzîkê:
zikê ewran li ber devên wan
bayekî beradayî xwe li newqa te badaye
di baranê de bêhna pezê şil tê ji himbêza te
li ser kulavê biharê
dixurînim birînên xwe bi bîranînên xwe
û her ku diçe barê min girantir dibe
qatên ezmên:
dendika demê derizî
şevbuhêrkên cewrik direyin li dû salnameyên seridî
tu katjimêr ne ewqas mêr e, ku emrê te bihejmêre
here ji wan re bêje, bera herin ji wê re bêjin
emrê!..
tariksela ye!
* Ev helbest, di sala 2001'ê de di kovara Utopya'yê hejmara 4'an de weşiyaye...
|