1. an bi navê xwe yê din molekûler gastronomî, yanî bi rê û şêwazên zanistî çêkirina xwarinê. cara ewil salên 1980î zanyareke frensî yê bi navê herve this bi pey mereqa xwe ketiye û ev têgeh li dû xebatên xwe hiştiye. di vê aşpêjxaneyê de, ji dêla amûr û metodên kevneşopî û hunerî amûr û metodên zanistî tên bikaranîn. yanî şûna tifik, beroş, miqilik, kevçî; tûpên cerbê, kovik û boriyên cam, û malzemeyên din yên laboratuvarê tên bikaranîn. dîsa wek metod şûna pijandin, kelandin û cemidandinê; metodên wek ekstraksiyon, dîstîlasyon, fîltrasyon tên bikaranîn. ji bo nimûne, bi nîtrojena avî di çend kêliyan de xwarin tê qerisandin, bi pêlên dengên ultrasonîk tê pijandin. |
|
16.11.2016 02:35 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |