Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
awirek.com - tirşik
awirek.com
(0) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. yekemîn malpera kurdî ya temaşekirina fîlman e. tê de fîlmên bi binnivîsa kurdî tejî ne. kerem bikin: Here lînkê



06.01.2017 23:33 ~23:36 | tizbîkêş

2. malpera ku berî vebûnê destûr ji me xwest ku binnivîsên ku me wergerandine kurdî bi kar bînin. me jî destûr da ku 55 fîlmên ku me wergerandibûn kurdî biweşînin. lê me tenê tiştek xwestibû; me got referansek bidin ku we binnivîsan ji tirsik.net/wergerine.net(.com)ê standine.

lê camêran binnivîsan kopî kirine û qet behsa me nekirine. heta berevajî wê, di fîlman de gotine "wergêr: awirek.com" weke mînak fîlma pathology, ji aliyê azadixwaz ve hatibû wergerandin. lê di destpêka fîlmê de dibêje "wergêr: awirek.com". Here lînkê
me ji bo wergera wan fîlman gelek ked dabû. gelek ji wergêran jî nivîskarên tirşikê bûn, weke mînak: simurg56, brusk56, azadixwaz, endazer yên sereke bûn.

welhasil bi vî halê xwe malper him fîlman him jî binnivîsan bi awayek korsan diweşîne.



07.01.2017 12:58 | simurg56

3. Malpera ku dîyare dizî kirîye û keda hevala hildaye ser xwe bêyî ku heqê wan bide vîyabu ku çavkanîya wergerên fîlman dîyar bikirana nexwe ked û zehmeta hevalan ku di wergera fîlman de kêşane hatîye xwarin. Di wêje û zanistê de dema ku tiştek wiha di gotarekê de çêbe xwedîyê çavkanîyê doz vedike û diz cezayek dixwe mesela ez xelet nebim murathan mungan dema ku yekî risteke helbestê wî bêyî ku çavkanî nîşan bide weşandibu ev yek bubu sedemê gengeşîyê û di dawîyê de mungan doz vekirîbu û cezayek maddî stendibu ji diz re. Binêrin min tenê behsa ristek kir ne helbestek . Vêca di rewşa sîmurg dîyar kirî de keda hevalên me ku xwedê zane belkî bi rojan li ser wergerê xebat kirine xwendîne guhertîne nûkirîne berawîrd kirîne di wergeran de ango hezar zehmetî kêşane lê rojek yek tê radibe keda wan wek ya xwe nîşan dide. Hezar şerm û guneh e...

Belkî hinek şerm bikin û mafê hevalan bidin dîsa...



07.01.2017 14:42 | azad30

4. Merhaba,

Xebata awirek xebateke kolektife, ne şexsiye. Armanc danasîna sinemayê û zimanê Kurdiye. Bê destûr tu nivîs jiberxwe nehatine weşandin. Eger xwesteka we hebe em dikarin wan fîlmên ku me binnivîsa we bikar aniye em jêbibin. Lê we gotiye qet behsa me nekirine, ev yek ne rast e. Keremkin biçin girêdankê.
Here lînkê



07.01.2017 15:08 | awirek

5. malpera ku rûpela wê ya wergêran di dawiyê de hatiye dîtin; Here lînkê

1- divê navê wergêr di rûpela fîlmê de were nîşandan. li kêleka raveya fîlmê mesela. ji ber ku di fîlmên bibinnivîs de keda herî mezin aîdê wergêr e. û bikarhêner, mêvan vê derê dibînin. kes naçe li qûncên malperê nagere ka kê ev fîlm wergerandine.

2- dema fîlm destpê dike, nivîsek wisa derdikeve "wergêr: awirek". gelo ev çi ye? ya xweş ew bû ku navê wergêr û çavkanî were dayîn, lê him navê wergêr nayê dayîn him jî lê xwedî tê derketin.

3- di rûpela hatî dayîn de navê hinek wergeran hatiye nivîsandin. lê him navê wan kêm e, him jî ne diyar e ka kî ne. weke mînak wergerê fîlma pathologyê weke azadî xwaz hatiye nivîsandin. mirov nizane ka azadîxwaz kî ye, endamekê awirek.comê ye? mirov nikare lê bitikîne ku bizane li kû dikare were dîtin. dîsa çavkanî jî nehatiye dayîn. û navê wergêr jî xelet e. navê min jî xelet e, yê occo jî xelet e, yê mahabad jî (soro hatiye nivîsandin) xelet e, fîlma the matrixê min wergerandibû lê di rûpela li jor de şûna min navê "seyfo" nivîsandine. û di destpêka fîlmê de di binnivîsa min de "Wergêr; Sî_murg56 / www.wergerine.com" nivîsandibû. vê nivîsê rakirine, şûna wê "wergêr: awirek.com" nivîsandine.

min yeko yeko hemû fîlman kontrol nekir lê yên min weke mînak nivîsandî jixwe têra xwe hetîketî ye.

"© 2016 Awirek. Hemû maf parastî ne."
erê, tabî *



07.01.2017 17:57 ~18:10 | simurg56

6. Ev malpera rûreş bile belasebeb leqleq neke, neheq e



07.01.2017 18:33 | ferhenga şikestî

7. Kêmasiyên malperê hêj gelekin. Li gor nirxandin û rexeneyên we yê biryar bistîne. Wêrger wergara we ye. Wê ked daye rast e. Ji ber vê yekê hevalekî min ji we destûr xwest ji bo bikaranîna wergerê. Wê jî destûr da. Lê di aliyê şeweya bikaranînê we rexneyên xwe anîn ziman. Rexneya we di cihê xwe de ye. Keda we pîroz e. Ji bo Awir malpera yekemîn e ku fîlman bi jêrnivîsên Kurdî diweşîne hewcedarî dît ku di hûndirê vîdyoyan de navê awirek bikar bîne. Awirek bibe keda herkesî. Û ji bo kurumsaliyê jî hewcedariyek wisa li ber çavan bû. Ji bo sînemaya Kurd û rêzimana sînemayê pêşda here diviyabû xebatek bi vî rengî were destpêkirin. Ev nêzî çend mehe ku bi şev û roj hevalek xwe diêşîne û vê malperê amade dike. Awir, ji bo sînemaya Kurdan pêngavek bi wate ye. Ji lewre jî pêwîste hemû sînemahez li vê malperê xwedî derkevin û biparêzin. Jiber ku ya we ye. Ya hemû gelê Kurd e. Weke ku hatibû ziman em tev dizanin Awir, carna dibe nasnameya mirov. Her kes xwedî awirek e. Her awir nîşaneyeke ji bo me. Carna hemû tiştên ku em dixwazin bibêjên di awirekî de dicive. Ew awir me dibêje, çîrok û hêrsa me tîne ziman. Malpera Awir jî nasnameya me ye û bi zimanê me ye. Bi hişmendiyeke ku ya me hemuya ya binerin. Min gelek direj kir. Biborin. Di encamê de ez naxwazim dilê tu kesî bihêlim ji bilî vê di pêvajoyeke wiha giring te hewcedarî her tim yekitiya me Kurdan heye. Ji ber ku dilê we nemîne min ji martin di malperê de 27 wêrgerê we yên ku hatibûn xwestin hene ez dikarim têvan rakim. Êdî li benda wêrgerên nû bimînim. Slav û rêz.



07.01.2017 21:04 ~21:05 | awirek

8. ger bixwaze tiştek li înterneta kurdî zêde bike, divê berî her tiştî xwedî li kedkarên xwe derkeve.
jixwe min berê jî gotibû, ji me piştgirî hat xwestin û me jî bi dil û can got serçavan lê me tenê xwest ku bi awayek rêk û pêk navê wergêr û çavkaniya binnivîsa kurdî were nîşandan.
ev ne mijarek biçûk e ku were jibîrkirin, ji xuyaniya malperê û ji hejmara tikandina fîlan jî girîngtir e. ger ne wisa be, jixwe wê proje bi ser jî nekeve. ji ber ku wê kes nexwaze lê xwedê derkeve û alîkarî bike.

ger em dev ji vê meselê berdin jî nirxandina min ev e; malperek wisa lazim nû ji bo kurdî. lê diviyabû tenê fîlmên bi binnivîs an jî dublaja kurdî were weşandin. ji ber ku jixwe ji bo yên tirkî alternatîf zehf in. ji bo malperek nû zêde reklam dihewîne û navrûya malperê jî hinekî giran e. ji ber ku hebkî zêde efektan dihewîne.



07.01.2017 21:24 | simurg56

9. Malpereke baş e . Hewce bû bo me. Ji ber ku me fîlmên kurdî nedidîtin ango Wergerên wan tunne bûn. Lê divê kedkarên vê karê ji bîr nekin. Weke çavkanî jî divê tirşikê referans bidana. Ev ê tiştekî ji wan kêm nedikir, bereksê wî wê ew serbilintir bikirana.



07.01.2017 21:37 | darînê daryo

10. Bi demê re çiqas fîlmên binnivîsa Kurdî zêdebûn yên din dikarin werin jêbirin. Tenê fîlmên binnivîsa Kurdî û yên dublaj hebin çetire. Lê niha ji ber ku wêrger pir kêmin û dûblaj zêde nîn in tiştêk wiha ji ber seo pêk hat. Ji bo reklamê jî ji xwe tu perê ji vê malperê nayê qezençkirin. Û qet reklam meklam nehatine weşandin. Ew reklamên ku di ber vîdyoyan de derdikevin ne eydî malperê ne ji aliyê wan malperên ku vîdyoyan dihwinin tê weşandin. Wekî din ka em dikarin çi bikin. Pêşniyarî û rexneyên we gelek girig in. Em dikarin çawa binnivîsen Kurdî zêdetir bikin. Em bi hev re kar bikin.



07.01.2017 21:47 ~21:48 | awirek

11. malperek xweş e û fikreka baş e. lê di vê mesela binnivîs û heqê wergêr de neheq in. divê navê wergêran li gor xebat û keda wergêra li cihê ku heq dike bê nivîsîn û bê fêmkirin ka kî ye. navê simurg56 wek simurg binivîsî kes nizane kî ye; lê heke bêjî simurg56 - tirsik.net an jî azadîxwaz - wergerine.net wê herkes fêm bike. û ya dî jî serê flîm de navê wergêr bê xuyakirin; ji ber ku bînêr li flîmê dinêrin, tişta têkilîyê di navbera xebat û bînêr de çêdike flîm e; û ev xebatên li jor xebatên xwebexşî ne, yanî malpera awirek.com'ê pere nedaye û ev flîm nedane wergerandin, ji ber wê divê serê flîmê de navê wergêr jî derkeve. malperên tirkî de şêwe wek wa "wergêr: navê malperê" ye, lê va malpera ev werger kirîne, ji bo wê dikarin serê flîm de tenê navê xwe binivîsin.

wekî din malper û fikra wê baş û hewce ne. bila malper li gor van rexneya navê wergêra rast bike û dilê kesî nemîne.



07.01.2017 22:01 | xendekî

12. malpera min îro yekem fîlm lê temaşe kir. fikreke baş e lê ger tenê bo kurdî ba wê baştir bûya. malper pêşiyê ji bo tirkî hatiye amadekirin dûre fîlmên kurdî hatine lê zêde kirin. bawerim gelek fîlm di gelek deran sitendine/dizîne.
di fîlma min de temaşe kir wergera elîxan loran bû. siheta wî xweş be. malperê dest navê wî nedaye lê ji ber navê wî yê kurt li wir nivîsîye wê kes wî nas neke. di ser de di dawiya fîlmî de bi tîpên mezin 'wergêr: awirek' nivîsîne. welhasil ji bo amadekirina vîdeoyê destên wan saxbin ji bo guhnedana wergera wergêr jî, "her çiqwasî destûr xwestibin jî" bi tevgerên xwe gotine me ev binnivîs çelfisîye.



23.01.2017 22:52 | berxweda

13. projeya ku di nava salekê de hate girtin û çû.
ji xeynî wergerên me, çend werger din jî di destê wan de hebû qet neba di xatirxwestina xwe de dikarîyan xizmetek bo kurdî bikin û van binnivîsan li vir bar bikin an jî li cihekî din.



22.12.2019 11:44 | simurg56

14. Xwezî berdewam kirîbana. Pêdîvîya kurda xebatek bi vî rengî hebûn .



22.12.2019 16:32 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» awirek.com

Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî