1. Merax dikim di bin wan mijarana de çi tê axaftîn. |
|
22.01.2017 08:22 |
elaziz izzetpasa camii
|
2. Mijarên kû tenê endamên kevn (nizanim çend kevin) dikarin bibînin. |
|
23.01.2017 01:04 |
ycup
|
3. Hinek nivîskarên ku heya wan ji rojevê heye, analîznên pir girîng û hêja dikin. Gelek caran nûçe û analîzên ku min nebihîstine di van mijaran de dibînim. Mînak berxwedana el babê vs berxwedana kobanê, di vê mijarê de birastî jî tirșikvan tiștekî wisa rast û di cihde gotiye ku hê min ji tu kesî nebihîstiye. |
|
23.01.2017 02:32 ~18:48 |
gumgumok
|
4. Kêmtirîn divê 100 mîjarê te hebe ji bo dîtin û nivîsandina peyamên sîyasî. |
|
31.03.2019 15:33 |
brzn
|
5. mijarên ku te 100 peyam nenivîsîbe tu nikarî bibînî lê ger di rojevê de mijareke siyasî hebe peyamên wê li beşa dengdanên dawîn de hinekî xuya dike. |
|
05.11.2020 13:29 |
keyomerd
|
6. Veşartina wan mijaran bûye sedema dûrketina min ji tirşikê. Siyaset axaftin zad û ava kurdî-axêveran e. Çima hûn wan mijaran ji me diveşêrin? |
|
05.11.2020 15:46 |
lawkegoyi
|
7. Ji bo dîtina mijarên sîyasî divê 100 peyam were nivîsandin. Bi min qayîdeyeka di cih de ye, ji ber ku armanca tirşikê geşkirin û belavkirina nîqaş, dev-avêtin û şerên naxweyî nîn e. Dema mijar dibe sîyaset, jiber heqaret û dijûn û gotinên neçê yên derheqê kesayetiya mirovan de dilê meriv têkilhev dibe. |
|
05.11.2020 17:25 |
xelîl
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |