Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
se'dî şîrazî - tirşik
se'dî şîrazî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Sedî, Se'dî, yan jî Mişrêfedîn Mislêh kurê Ebdilahê Şîrazî helbestvan, nivîskar û alimekî Îslamê ê faris yê îranî ye.

Sedî navbera salên 600 heta salên 615 qemerî hatîye dinyayê. Texelusa (navê wî di helbesta da)sedî ku ji nave etabek mizeferedîn sedî kurê ebubekir kurê sedê zengî hatîye girtin. Di ciwanîya xwe da çû ye xwendîngeha nizamî ya bexda yê û wira li Iraqê ders xwendî ye. Xwendîna wî li bara edeb û fiqh u hikmetê da bûye. Piştî wê çûye Şam û merakêş û hebeşê û hicazê bo seyranê û piştî wê vegerîye şirazê li Îranê li welatê xwe . dest bi nvîsandina berhemên xwe kirî ye. Wî di sala 655 qemerî de berhema xwe ya yekem bi navê sedîname an jî bûstan name nivîsîye. piştî wê di sala 656 de berhema xwe ya duem nivîsîye binavê gulistan. Ji xeynî wana sedî berhemên din ji nivisî ne weke xezelîyat, qesayîd, ribaîyat, ku hemî wana navê awayek ji helbesta e. Sedî navbera sala 690 ta 694 lî şirazê çû ye ber dilovanî ya xwedê.

Berhemên Sedî;

Bûsta anji sedîname (helbest)
Gulistan (nivisî)
Hin helbestê wî bi erebî
Mielemat û miselselat û tercîhat (helbest)
Bedayê û hin din ji henê û gelek in Sedî bi zimanê farisî û erebî helbest digot.

Çavkanî
Here lînkê
Min ji wir copy-past kir. Gelek xweş nivîsandine.



07.03.2017 23:59 | rûbar

2. دانی کی چی گفت زال با رستمی گورد؟
دشمن نتوان هاگیر و بیچآرە شمرد

Danî kî çî gufte Zal ba Rustem-î Gurd?
Duşmen netevan hagîr û bîçare şumurd.

-Se'dî Şîrazî

Dizanî kengî çi got Zal bi Rustemê Kurd?
Tu dijmin netiwanî ger bi hakîr û bêçare hejmirand.

Wateyên çendek peyva;

kî: kengî, kengê, çi demê, çi gavê, çi wextî, çi çaxî, çi zemanî

ba: cem, nik, ligel, digel, ba. yan jî tenê di klasîkan de li cihê peyva 'bi' tê bi kar anîn. di zimanê kurdî û farisî de peyvek hevpar û hemwate ye. maneyên din jî hene lê belê wek pêwendiyê horve ev çende besayî ye.

netevan: netiwanî, ango nikarî. hêza te, qudreta te, taqeta te nagihîjê û bi têrê wê tiştê ku tu dixwazê bikî nayê.

hagîr: hor, kêm, bêrûmet, bêqîmet... bi erebî hakîr.

şumurden: jimartin, hejmartin, hejmirandin. bi erebî hesibandin, hesab kirin.



08.03.2017 00:03 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» se'dî şîrazî

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî