Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurtefîlmên stvê - tirşik
kurtefîlmên stvê
(0) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. weke fîlmên ponohgrafîk destpêka wan jî dawoya wan jî diyar e. *

ya ji vê jî xerabtir ew e ku senaryoya wan jî malê dizehê ne. erê erê, rasterast senaryoyan didizin û li gorî kêfa xwe diguherînin û dikişînin, weke mînak;

-kurtefîlmekê de, çîroka ku rêzefîlma lostê de navbera john lock û bavê wî de derbas dibe, rasterast, %100 diziyabûn û kiribûn kurtefîlmek. (bavê john piştî salan tê wî dibîne, gurçîka wî jê distîne û dîsa direve û hwd.)

-dîsa di kurtefîlmeke din de, rasterast senaryoya fîlma match point ya scarlett johansson diziyanbûn û kiribûn kurtefîlm. tenê sahneyên erotîk jê derxistibûn *



vêca kurtefîlmên stvê wisa. %0 orjînal in. %0 surprîz heye. %100 propaganda ye.



31.08.2013 20:51 | simurg56

2. lê mêze nakim. meraq nakim ku pirça kîjan qûnê ye jî.



31.08.2013 20:53 | înano lo

3. ewqas bi qalîte ne û profesyonel in ku ji xeynî kesê çêdike kes qene ji bo kontrolê be jî temaşe nake.

(bnr: kurtefîlma stvê de jibîrkirina efektan)



31.08.2013 20:57 | simurg56

4. filmên ku ji tirşikçiyên kurmancan pê de tu kes li wan seyr nake. lê kurdên tirşikçî şev û roj weke ferza nimêjê zarok, ciwan, pîr hemu malbat li stv seyr dikin. ew dibêjin qey em xêrekê mezin dikin

(bnr: kurdên tirşikçî)



06.01.2014 14:32 | gêjê

5. kurtefîlmên ku li gorî rojeva tirkiyeyê û li gorî xêr û berjewendiyên cemaeta ku pê ve girêdayî ye nav lê têne kirin in.. ev çend heftî ne, qutiya pêlavan gelek meşhûr e..



06.01.2014 17:25 | endazer

6. û di pirraniya van kurtefîlman de peyamên sublîmînal tên bicihkirin.. ji ber ku zanin fêhm û feraseta kurd û tirkan çi qas rûxarkî û sere sere ye, zêde kûr naçin, ez bêjim mijar erdoğan be navê karakterê ku erdoğan temsîl dike, dikin herdoğan.. bi qewlê ayeteka Xwudê '' di vir de ji bo kesên ku fikr dikin, Îbretek bel û beloq û berbiçav heye''



06.01.2014 17:32 | endazer

7. fîlmên gelekî sûrrealîst in... Jidil haa!



08.04.2015 17:01 | marî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurtefîlmên bandor-dirêj

Kategoriyên mijarê:: tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî