Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
psychology kurdî - tirşik
psychology kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kovareke derûnnasiyê ye. Hê min nedîtiye lê ez bawerim ji bo ku yekemî kovara derûnnasiyê ye pêngaveke zehf girîng e. Destxweș hevalên ku kedkar.





Hesabê twitterê Here lînkê



16.03.2017 00:21 | gumgumok

2. hejmara wê ya çarem di demên talîn de derketiye. navê vê kovarê psychology todayê tîne bîra min. her çend bi qasî cêwiya xwe ya amerîkayî nebe jî gotarên psychology kurdî jî bi têra xwe hene, çimkî di kurdî de cara ewil xebateke wisa bi rêk û pêk di qada derûnnasiyê de tê kirin. bi taybetî jî gotarên jan îlhan kizilhan hêjayî xwendinê ne.



09.01.2018 17:52 ~18:01 | tizbîkêş

3. Min du hejmarê pêşî bi heves kirîn. Û ez ne pskolog im. Li gorî min tenê bi kerî mirovê ku pisikolog bin tê.ji wir û pêde min nekirî. ne gelek têr û tujî bû jî.



10.01.2018 09:07 | tililili

4. (bnr: ilhan kizilhan)



09.06.2018 11:30 | mîr

5. Di her hejmarê de weke dosyayê mijarekê dide ber xwe. li dawîya her hejmarê ferhengokeke bi kurdî ingîlîzî û tirkî heye.



10.01.2020 04:12 | oceancr

6. Kovara derûnnasiyê ye. min hejmara yekem (2016) bi dest xist. mijara: “Zarok, şer û trawma”

min ji nivîsa pêşîn ya kovarê "ji edîtorya" derxist ku ev kovar ji alîyê kesên zana û jêhatî ve tê amadekirin. min zimanê wan ya standard eciband. di rûpelên dawî ya her hejmara kovarê da ferhengokek danîne (kurdî-tirkî-îngilîzî). rewşa kurdan ya vê dawîyê (komkujiya şengalê, berxwedana kobanê) li ber çavan e. xwedê ji wan kesan razî be ji bo derxistina kovareka derûnnasiyê!

bi prof. dr. jan îlhan kizilhanî ra hevpeyvînek hatiye çêkirin. jan îlhan kizilhan mamosteyekî hêja ye. zanyarên din hîna baş nas nakim lê weha xuya ye tije derûnnas û derûnbijîşk ên hêja beşdarî kovarê bûne.

Min ewil nivîsa epîgenetîkê xwend, dermansaz etman yavuz nivîsîye. lê binêre: "kesên ku ji komkujîyan difilitin gelo janên wan jî bi rêya genan derbasî zarokên wan dibin?" nivîseka nuwaze ye. ez pê şaş mam û min pir eciband. dawîya nivîsê da pêkenokek heye: "rojekê darwîn û freud çûne bîraxaneyekê..."

wekî din, cara yekem min kovar rahişt, rûpelên wê baş şidandî û kîp bû. ne wekî kovarên din ên bi rûpelên sist (mîna kovara kund). kovara kund heya xwe digihîne destê me, di rê da bi hostetîya kargoyê, rûpelên wê ji hev dikevin û dibin pirtûkên engastî * ne bravo ji sê kesan re: kovara kund, kargoya rêxo û pirtukakurdî. Bû wek gotinên pêşiyan yên qala sê tiştan dikin.

bi kurtî û kurmancî, ez ê ji vir şûnda vê kovara wesfdar bişopînim.



12.01.2020 21:19 ~2024.03.17 13:58 | mirovekirind

7. Kovareke zehf xweş û têr û tijî ye. Hem ji alîyê zanistê ve hem ji alîyê kurdî ve pir serkeftîye.



13.01.2020 00:15 | azad30

8. Ev çend meh in min hejmareka wê kirîye lê hê jî min nexwandîye ka gelo baş e, xweş e an no! Ez xwe ji vê bêxîretîyê derbixim wa ji min û xwandina kovarê ra baş be!



13.01.2020 00:21 | dijberîst

9. Ev kovar ji 2016an ve ji 4 mehan carekê tê weşandin. 8 sal çêbû. Herî dawî hejmara xwe ya 17an çap kirin. Ji bo derûnnasiya kurdî çavkaniyeke hêja û dewlemend e.



13 roj berê 23:50 | derdxane

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» psychology kurdî
» kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan

Kategoriyên mijarê:: ziman zanistitenduristi kovarweje kovar psikoloji ziman zanistitenduristi kovarweje kovar psikoloji ziman zanistitenduristi kovarweje kovar psikoloji kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî