1. gorî min sedema wê germê ev e: hemû Xweda tev kom bûne û li ser asîmanê ji xwe re mangal çêdikin û agirê wan jî li ser me de dibare. |
|
28.06.2017 17:09 |
tizbîkêş
|
2. Em fetisîn êdî. Du, sê roj e, dinya dikele. Betonên bajêrê jî ev germê zêdetir dike. Nikarim cil li xwe bikim xwe tazî jî dikim ne xêr, fêyda wî tune ye. Herî xirab jî ev e, mirov nikare raze. |
|
19.07.2021 21:32 |
kajav
|
3. Germek dijwar ku meriv dibêje qey erd dikele. Bi taybetî ger hûn li bajarê li ber behrê bin; razanê bidin alîyekî hilma wê behrê nahêle ku hûn têra xwe oksîjenê jî bikşînin kezeba xwe. Ko hûn ji cîhê xwe neleqin dîsa ew laş ji piştê heta qûnê di nav xwêdanê de dimîne.Îca hengî germahîya laşê reben jî zêde dibe êdî dev, lêv, goştê diranê we kul dibe. Û ev kulbûn dibe bêhntengî û vedigeri we. |
|
20.07.2021 00:18 |
pîroz
|
4. li ba me germ dîsa ne tiştek e lê belê ev rutubeta nalet mala mirov xera dike û nahêle ku gezek nan bixwe mirov di cîh da nav xwêdanê de dimîne. ez qurbana zivistanê bim ku sir seqem hebe jî mirov xwe dinuximîne û hew ti pirsgirêk namîne. ma ev havîna nalet wilo ye... |
|
20.07.2021 00:30 |
hueyn
|
5. germa ku piştî serşuştinê mirov fêhm dike ku av jî feyde nake |
|
20.07.2021 00:58 |
merwano
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |