20. hisabek dublaja bi kurdî ya ji bo ken e di medyayên civakî de. |
|
08.04.2020 04:07 |
de facto hozan
|
21. Hinek dublajên wan pir baş in |
|
13.04.2020 21:39 |
afa
|
22. Karên xwe gelek baş dikin.bi rastî yekcaran ez heyranê dîalogê wan dimînim.nivîskarên dîalogê xwedî humor in. |
|
13.04.2020 22:25 ~22:46 |
bayesar
|
23. dublaja wan a li ser devokên kurdî û sînemê (remix) ez zikopişto kirim lê mixabin bi tenê ew herdu yanî. hêvîdar im xwe piçek din jî pêşde bibin. videoya wan a dawîyê jî xweş bû. şêwaza welî gelekî kenewer bû. yanî bixebitin wê hê jî pêşbikevin |
|
13.04.2020 22:43 |
soryazyus
|
24. Di dûblajên kurdî de serkeftîne. |
|
13.04.2020 23:13 |
rohat nêçîrvan
|
25. Bi dublajek xweşik roja dayikan pîroz kirine. |
|
10.05.2020 18:31 |
cinorek
|
26. dublajên ku bi devoka toriyan tê kirin. |
|
08.06.2020 13:13 ~13:21 |
merwano
|
27. li ser instagramê bi dublajeke nû, xatir ji şopînerên xwe xwastin.bi texmîna min sedem pirsgirêkên aborî ne.gelek kes bi şiroveyên xwe xemgîniya xwe di bin posta wan de nîşan dide.maşalê ji qerara xwe poşman bibin û vegerin. |
|
18.10.2020 22:17 ~22:16 |
bayesar
|
28. hefteya çûyî bi xwestekekê mezin min dîsa xwestibû vîdyoyên wan temaşe bikim û min ser hevdu gelekên wan bi kenên qîreqîr temaşe kirin wekî ku min berê tu carî ew nedîtine. geh ji ber henekên wan ên kurdayî geh ji ber tercîhên wan ên devokî min gelek ji wan hez kiriye. lê mêrik xatir xwestine. pir heyfa min bi wan hat û pir ber xwe ketim ku min ew hewqas mîna nas û kusên xwe hesibandiye. spasdarê wan im û xêrê ji bo wan dixwazim. înşale bi projeyên xweştir û mayîndetir ji destên wan derkevin û paceyên nû li çand û hunera me vekin. |
|
20.10.2020 01:05 ~01:06 |
biruya hayao miyazaki
|
29. Komeke dublajê ya serketî bû lê mixabin dev ji wî karî berdidin. Dibe ku perenekirina kurdî vê biryarê bi wan dabe. Ax bêdewletî axx... |
|
20.10.2020 21:23 |
xabûrî
|
30. Hesabeke înstagramê ye ku vîdeoyên yek xulek çê dikin. Ya rast parçeyên ji filîmên xweş li gor xwe dûblaj dikin. Piranî bi devoka torî amade dikin. Bi parveya xwe ya dawî xatir ji şopînerên xwe xwestine û diyar kirine ku êdî nema vî karî bikin. Bi vê biryara xwe dilê şopîner û hezkiriyên xwe hiştine. Bi rastî karê wan gelekî serkeftî bû. Min bi kêfxweşî li wan darî dikir. In hêvî heye dîsa li karê xwe vegerin an bi projeyên hîn xweştir derkevin pêşberî me. |
|
20.10.2020 21:37 |
tîrêj zana 21
|
31. Îro vîdeoyeke nû weşandine bi vê vîdeoyê gelek bextewar bûm. Piştî xatirxwestinê dilê gelek şopînerên xwe hiştibûn lê wa dîsa vegerîyane dibe ku ev sînyalek be jî. * cihê wan gelek girîng e. Di nav kurdan de gelek bi nav in. Jixwe dev jê berdan dûrî aqil bû. Baş e ku dîsa hatine. Bi hêviya rojên xweş. |
|
07.12.2020 23:38 |
yûsiv
|
32. sixêfên ku ji nişkê va dikin dikare we di nav xelkê da rezîl bike. |
|
07.12.2020 23:41 ~23:42 |
hueyn
|
33. li sor tora civakî karekî xweser çê dikirin lê piştî ku çûn gelek fanê lo dublajê li pey xwe hiştin. |
|
05.05.2021 20:08 |
merwano
|
34. Xûya ye şîfre hatiye bîra admînê wê ku piştî 2 sala din çend vîdeoyê ku berî çêkirine dîsa weşandiye. Û wek toriyekî dîsa ez bi vîdeoyên wan zikopişto bûm. Hêvîdarim bi vîdeoyên nû dewam bikin. |
|
14.09.2022 23:17 |
merwano
|
35. Bi dublajeka remezanê vegerine. |
|
31.03.2023 19:26 |
cinorek
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |