1. Nivîskarekî kurd e. ji mêrdînê ye. di rojnameya azadiya welat de, rojên înîyan bi navê avzêm quncikekê dinivîse. edîtorê weşanên ava yê ye. zimanê wî pir xweş e. Romanên wî na, bes kurteçîrokên wî gelek serkefti ne. |
|
14.09.2013 02:25 |
seydayê_peyvan
|
2. di sala 1969an de li gundekî Dêrika çiyayê mazî hatiye dinyayê. du caran ketiye hefsa amedê.çar çaran nûneriya sendîkaya karkeran kiriye. nivîs û çîrokên wî di rojname û kovarên mîna azadiya welat, tîroj, kevan, nûbihar, kulîlka ciwan, war, dergûş, tîroj, kovara w, ajda, notos, hayal û hwd. de hatine weşandin. pirtûkek wî bi navê "kuyudaki taş" ji hêla çetîn dûra ve wergerî zimanê tirkî bûye. |
|
13.03.2014 17:43 |
mergehez
|
3. ahmet mithat efendiyê kurdan e, malnegirato "yazı makinası (makîneya nivîsê)" ye. ji ber ku weşanxaneya wî (ava) heye camêr pê li gazê dike hey û hey. |
|
27.03.2014 20:05 |
zero
|
5. nivîskarê ku sala borî li fûara pirtûkan ya li izmirê ez pê re peyivî me, ye. çend pêşniyar ji min re kir. got li ser zimane xwe serê biêşîne, pirtûkên kurmancî bixwine. li wê derê ez elimîm ku ew jî dêrikî ye. pir kêfa min jê re hat * |
|
27.03.2014 21:02 |
mergehez
|
6. Ez ji çî wî hezdikim ez bêjim? Wexta ku ber êvaran ew û xanima wî bi rûyekî bi ken , çengên wan di çengên hev de ber bi malan xwe ve bi bextewarî ve diçin. Ya reb bênezer! |
|
11.04.2014 05:11 |
hemdilaarda
|
7. Nivîskarê ku îro li standa weşanên ava a li fuara pirtûkan ya izmirê dibişırî û çaya istakan vedixwar. Camêr di salekêde barek pirtûk li xwe zêde kiriye, -em bejin xwedê zêde kê..pirtûkeke wî stand lê min jibîrkir lê bidim îmzekirin, divê siba herim imze bikim; eyb çêbû.. |
|
21.04.2014 15:51 |
birho_fîlo
|
8. nivîskarê ku çend roj berê li 19.fuara pirtûkan ya izmirê ez pê re peyivîm.. dîsa weke sala berê ji xwe cihekî pir teng veqetandibû. dema ez çûm hevalê wî ne li wir bû, tenê ji xwe re derdora xwe dinêrî em hinekî ji xwe re peyivîn. felan fîstan Û ez elimîm ku gundê wî balfisê ye ku cîranê gundê me ye. min li pirtÛkan dinêrî û wî ji min dipirsî bê ka pirtûkên wî cm min hebû yan na. min hema digot tune ye Û wî hemû pirtûkên xwe firot min.. * me berî wê qala occoyê beradayî kiribû min gotibû occo mahabad nivîskarek beradayî ye. dema ku ez dikiram ji wir veqetiyama ji min re got maşalê tu ji min re jî nebêjî beradayÎ Û em keniyan Û hew.. |
|
29.04.2014 18:23 |
mergehez
|
9. (bnr: nîşaneka baneşanê) |
|
06.05.2014 01:05 |
mergehez
|
10. nivîskarê hingî sala paştir e mazlumozdogan hîn dibe ku bêtir nêzikê wî ye. heval sala bê hunê mirovê hev derkevin ez bêjim te ha. |
|
06.05.2014 01:26 |
azadixwaz
|
11. Divê ji çîrokan pêve tu tiştî nenivîse |
|
20.12.2014 22:29 |
cîncoqo
|
12. (bnr: dewrêşê evdî û edûlê) |
|
26.04.2015 00:17 |
rûbar payîz
|
13. dibêje, "ez romana dengbêjî dinivîsim". bi vî gotinê xwe ve wekî qala cureyekê taybet/nû di nav romana kurdî da dike. |
|
01.02.2018 14:27 ~2019.08.23 18:32 |
mirovekirind
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |