1. şirketa anonîm a belavkirina elektrîkê a dîcleyê ye. li alîyê bakurê Kurdistanê dilxwede karê belavkirina elektrîkê kirije destê vê şirketê lê mixabin bi hiqûqa dijmintîyê îş dikin. li tirkî elektrîka herî buha ev şirket difiroşe. dilxwede dibêjin xelk elektrîka neqanûnî bikar tînin ji ber wê dewlet jî çav li kirinên vê şirketê digire. herroj sizayên elektrîkê li xelkê dibirin, elektrîka xelkê dibirin, xelkê di bin deynan de dihêlin; niha dewlet li bakur xurt bûye hol hola vê şirketê ye mixabin. berê nedikarîn evqas rihetî xelkê siza bikin. |
|
29.12.2019 20:56 |
xendekî
|
2. şîrketa ez her roj xeberan ji wan re didim. bihesibînin li qezê hêla bajêr û hêla tokiyê heye. li hêla tokiyê ceyran nare lê li bajêr wek dojehê ye. |
|
29.12.2019 22:54 |
berxweda
|
3. ceyrana bajarên wek şirnex, mêrdîn, sêrt, diyarbekir, batman û urfayê di destê vê şîrketê de ye. 2010an dewletê xwest ji destê xwe derxîne ji ber ku rêjeye ceyrana qaçax li vê herêmê zêde bû, tim zirar dikir. di nav 9 şîrketên teklîf ji bo îhaeyê dane, ceylan karail group bi ser ket. lê di şertnameya Îhaleyê de şertên giran yên wekê; her sal divê rêjeya ceyrana qaçax ji sala berê kêmtir be yanî eger îsal %85 be divê sala bê %60 sala bêtir %40 be. eger şîrket nekare vê rêjeya ku dewletê wek şert daye ber bicih bîne wê zirara ceyrana qaçax ji berîka xwe bide. neyse ceylan-karavîlê dît ku nikarin bi dewletê re serî pê bikin, xwe ji îhalê dan alîyekî, tabî temînata wan jî şewitî. dewletê jî rabû şertên giran yên îhaleyê sivik kirin, yanî rêjeya ceyrana qaçax ku divê ji aliyê şîrketa îhale standiye bê kêmkirin her sal wek %5-10 filan ji nû ve diyar kir û îhale jî bi awayekî da şîrketekî bi navê İşkaya doğu ortak girişim grubu ku ya karsazeke nêzî akpê,yê bi navê abdullah tivnikli ye ku par ji ber penceşêrê mir. |
|
30.12.2019 03:03 ~03:11 |
endazer
|
4. Tam bênamusin xwedê neke yek bê girtin hem ceza didin hem jî wî makînê hildidin û nizanim çiyê wî dixin makîneyek din bi vî awayî cezayek din jî didin. Van salan da jî zordestîya devletê jî girtinê paş xwe û diavêjin ser mala. |
|
30.12.2019 17:54 |
azad30
|
5. îşev dîsa li ser kar in, sibî ve li Cizîrê ceylan diçe û tê, niha jî nîn e. |
|
11.01.2020 20:19 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |