Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
jan arslan - tirşik
jan arslan
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. stranbêj û mûzîsyen û hunermendeke kurd e.. li navçeya Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî ya navîn û lîse li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Endezyariya avahiyê qedandiye. Heta zaningehê guhdarê muzikê bû. Gava ku dest bi zanîngehê dike, pê re dest bi muzîkê jî kiriye. Bi gîtareke erzan û bê qurs xwe bi xwe, bi amatorî gav avêtiye mûzîkê.

Di sala 2002an de li bajarê Mêrdînê dest bi xebata endezyariyê kir. Li Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê de di projeyên avahiyê de dixebite. Li ofîsa endezyariyê di demên xwe yên vala de dest bi ceribîna stranên xwe dike. Strana yekem ku awaza wê çêkiriye strana keçaperî ye. Ji ber ku ev stran ji aliyê gelek însanan ve hate ecibandin, li ser hinek stranên din jî xebitî. Stranên di albûma Evînperwer de jî ew stran in.

Bi nasîna ayhan evciyî re bi şêweyeke profesyonel dest bi xebatên xwe yên muzîkê dike, pê re xebatên albûma xwe ya yekem evînperwer qedand. Albûma yekem, Evînperwer bi şirîkatiya Sony / Pelrecordsê di sala 2010'an de derket.

albÛma wî ya duyem ya bi navê xewrevîn jî ev hefteyeke derketiye û hem li marketên mûzîkê û hem li malper û marketên ferazî yên li ser înternetê heçiyê dixwaze dikare bikirre..

Jan, xebatên xwe yên li ser muzîkê û endezyariyê li Qoserê didomîne û li Qoserê dijî.



19.09.2013 06:59 | endazer

2. Stranbêjên ku êdî Kurd bi di dawetan bi strana wî a ya bi navê Ewinperwer dansê dikin. Bi şeref Kurd ji wan stranê dansê yên sosret xilas kirin..



19.09.2013 14:10 | rojan

3. hunermendeke Kurd Jan Arslan, Li navçeya Qoser‘a Mêrdîn‘ê hatiye dinyê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Qoserê xwendiye. Li Zaningeha Dîcleyê beşa Endezyariya Avahîyê qedandiye. Heta zaningehê guhdarvanê muzikê bû. Gava ku dest bi zaningehê kir, dest bi muzîkê jî kiriye. Bi gîtareke erzan û bê kurs xwe û bi xwe, bi amatorî gav avêtiye muzikê.



Di sala 2002 an de li bajarê Mêrdînê dest bi xebata Endezyarîyê kir. Li Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê de di projeyên avahîyêde xebitî. Li ofîsa endezyarîyê di demên xwe yî vala de dest bi ceribîna stranên xwe kir. Strana yekem ku awaza wê çêkiriye strana Keçaperî yê ye. Ji ber ku ev stran ji alîyê gelek însanan ve hate ecibandin, li ser hinek stranên din jî xebitî. Stranên di albuma Evînperwer de jî ew stranin.



Bi nasîna Ayhan Evci xebaten muzîkê bi profesyonelî destpêdike. Bi Ayhan Evcî re xebatên albuma xweyî yekem Evînperwer qedand. Albuma yekem, Evînperwer bi şirîkatîya Sony / Pelrecords ê derket.



19.09.2013 20:42 | agire serhildan

4. albûma xwe ya duyem bi navê xewrevîn ji min re şand. ev çend roje bi şev û roj ez xewrevîn guhdar dikim. çi qas melodiyên xweş, çi qas gotinên kûr. helbesta kamîran elî bedirxan ya kulîlkên ezêb û janya'yê rênas jiyan ji dibêje. stranên albûmê de wiha ne:



1- çima

2- ezê werim

3- tune

4- kulîlkên ezêb

5- helebçe

6- janya

7- leyla

8- medyarê

9- xewrevîn

10- li vî bajarî



07.10.2013 01:26 | serburiyek

5. stranbêjê ku mixabin ji ber paşnavê xwe zêde bala kesî nakişîne.

min digot qey tenê ez wisa me lê min îro kesekî din jî weke xwe dît: bnr: 10 albumên kurdî yên herî baş ên 2013ê/22654



03.01.2014 21:58 | simurg56

6. niha zewicî û li almanya dijî. ev jî janyaye rênas jiyan e :



23.02.2014 06:39 | serburiyek

7. hunermendê ku îro diyar kiriye ku bûye endamê tirşikê. êdî divê em piçek din jî hay ji xwe hebin *



01.03.2014 20:56 | simurg56

8. Ez ca wî û bavê wî nas nakim. Lê camêr lawê camêra ye



20.12.2014 23:14 | cîncoqo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene