1. telegram ji her aliyê ve ji sepana whatsappê gelek kêrhatîtir e, ne ji ber karê min baya, tu carî whatsapp nikarîbû li telefona min cih bigirtaya. her wiha yek ji xususiyeta wê ya kêrhatî û li sepanên din ên hevta nayê dîtin bot in. bot kinkirina peyva robot e û bi kurtasî rê li me vedike ku di hin mijaran de berfirehî tev bidin, encaman bisepînin. felsefeya bot ev e: bêyî derketina ji sepanê, bi bijkokekê gihiştina xizmetên din ên malperan. û telegram, bi vê xizmeta botê, heqê vê felsefeyê dide. û de temam, ji ber populerbûna wê xelk dihere whatsapp bi kar tîne, lê fêm nakim, çima diherin li whatsappê koman vedikin, ji ber ku taybetmendiyên koman ên telegramê sed qat ji ya whatsappê pêşvetir e. her wiha. |
|
14.04.2020 11:15 ~12:21 |
biruya hayao miyazaki
|
2. @lybot bota ku kêrî daxistina strana tê. Navê stranê dinivîsî û heman demê de ji te re dişîne. Û bi kurdî ye jî. koda kurdî jî birêz Yûsiv nivîsî. * |
|
15.11.2020 22:10 |
yûsiv
|
3. @stickers bota ku ji bo afirandina stickera bi kêr tê. piştî kû peymana whatsappê ya li ser ewlehiyê û hwd. gelek kes derbasî telegramê dibûn, her çiqasî kêfa min zêde jê re newê jî, ez kêm bi kar tînim. lê kesên ku bi kar tînin zehf in. |
|
06.03.2021 18:14 ~2021.03.07 12:57 |
merwano
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |