8. Xewa ku kêf kêfa xwedîyê wê ye. Mirov nikare tehma vê xewê bi peyivan vebêje. Alîyê vê xewê yê nexweş jî wexta ku roj hiltê û tava wê li mirov dixe ye. |
|
03.05.2020 03:39 |
xabûrî
|
9. sedema sereke ya bêrikirina gund e. Guftogoyên navxweyî li ser habûnatî, gerdun, feza, ol û hwd. dide kirin. |
|
03.05.2020 04:53 |
meçidîçinedî
|
10. Ji 92yê heta em li ewropayê bûn. Ji ber wê yekê min tu car ev tahm nekir. Lê em vegerîyan welêt êdî havîna ji ser text û serbanî nayêm * |
|
03.05.2020 14:40 |
soryazyus
|
11. li Cizîrê ji bo mêş û pêşiyan ciblig û ji bo starê jî perde li dora textan dihat vedan. koçeran çît vedidan şûna van herduyan. ji loma kêfa min zêde jê re nedihat baş e ku klîmayên avê yên ji başûr dihatin bi hawara me ve hatin û em ji vî derdî xilas kirin. Lê vê carê jî dengê klîmayê yê wekê vûvûzelayê nedihêlişt mihu raZê. |
|
08.05.2020 05:29 ~05:31 |
endazer
|
12. Dema ku mirov xwe li ser doşek wek bûzê cemidî dirêj dike. Oxx... Bayek hînik... Şevşevok di bin stêrka de diçin û tên... Li derekî pitpita zarok xeber didin... Yek digrî... Dengê dawetê... Hauwww! Bişeref ez diçim xwarê ber klima.! |
|
18.07.2020 22:31 |
xwelî li ser
|
13. tişta ku serhedî lê bêpar mane. |
|
18.07.2020 23:41 |
golikvan
|
14. Piçûk a yî ya xwe de gava em diçûn mala pîrka xwe me li wê derê ser texta radizan.. |
|
19.07.2020 11:58 |
xeletnivîs
|
15. (bnr: razana li ser text) |
|
19.07.2020 12:47 |
xabûrî
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |
|
se7en [2] |
|
hîperemezîs gravîdarûm [1] |
|
wele govend ranabe [1] |
|
sendroma swyerî [1] |