Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wê di nav 5 salan de pêwîstî bi zanîna zimanan nemîne - tirşik
wê di nav 5 salan de pêwîstî bi zanîna zimanan nemîne

Navê mijarê ya ewil ev bû:wê nav 5 salan de pêwîstî bi zanîna zimanan nemîne
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. îdîaya elon musk'ê ye.
ceo'ya tesla'yê elon musk, dibêje ew li ser teknolojiyek wisa dixebitin ku wê di nav 5 salan de, dibe ku pêwîstî bi axaftin û zanîna zimanan nemîne. dibêje "dibe ku" dibêje wê çîpekî ku bi pîl dixebite, bixin nav mejiyê de û ev çîp ê bikare elektrotan bişîne mejiyê.

elon musk bi min ji quna xwe diavêje.



10.05.2020 21:25 | brusk56

2. çavên kurdên ku fêhm dikin lê nikarin biaxivin ronî *

ez dixazim ji elon musk re bêjim;berde binê te erd e
malmîrat erê me go tu şehrazayî filan mevan tu ji dînê gundê me xerabtir derketî.
5 salan de tu qûna xwe biçerêne dîsa jî tu nikarê.

edît: Dîsa jî xwedê mezin e *



10.05.2020 21:30 ~2021.06.09 11:11 | merwano

3. Camêr bilind difire lê dê nizm bikeve
Ez dixwazim jê re bêjim de ka tu rabe cara ewil problema pîl û şarj û menzîla teslayê islah bike.

Angaşteke dûrî rastî û fîzîkê ye.

Not: tirsa min ew tirs e ku kurdî azad û serbest be û fanteziya vî camêrî pêk were :(



10.05.2020 21:49 | ferhenga şikestî

4. weke gelek kesan, ez jî difikirim ku îdîayek vala ye. tişta ku behsê dike ne karê teknolojîya mekanîk e, wek karên wî yên din. ev zêdetir têkildarî sîstema norolojîk e ku hê ji alîyê zanistê ve gelek gelek paşdemayî ye.
tip hê nikare rehikek jêbûyî, biceribîne. bicîkirina çîpan û têkilîya wan ya bi mejî re fîlan ma li ku.
naxwazim wek wan kesan biaxivim ku pêşketîna teknolojîyê kêm dibînin lê belê bila hinekî hindiktir li black mirror temaşe bike.



10.05.2020 22:13 ~22:13 | simurg56


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wênesazê ku guhê xwe jê kiriye
» navroj

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî