1. adaptasyonek e. min di sê çar rojan de sê sezonên vê rêzefîlmê temaşekirin. sezona pêşîn pir xweş e û ya ku ez li rêzefîlmê girêdam ev sezon bû. lê di ya duda û sisiya ji ber hinin sedeman kalîteya senaryoyê her çûye ketiye. ji xwe di sisiya de çêkirina fîlmê hatiye betalkirin. ji ber wê jî bûyerên temamnekirî di vê sezonê de bi amatorî hatiye bidawîkirin an jî wekî xwe mane. tevî vê jî min pir jê hez kir. keçikek sêwî û hêviya wê ya hezkirinê, aîdbûnê, têkoşîna wê ya hemberî pergala genî/bavûkalan/nefretê xweş hatine rêdayîn. em dikarin vê rêzefîlmê tevlî queer theory-yê bikin a ku femînîzm/têkoşîna hemberî zayendperestîyê di tevahiya paşrûya rêzefîlmê de tê xebitandin. |
|
16.05.2020 16:34 ~16:39 |
biruya hayao miyazaki
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |