Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
lîstikên bext - tirşik
lîstikên bext
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Lîstikên divê tu carî neyên lîstin. Her mirovek di jiyana xwe de illim carek pergî van lîstika tê û wenda dike.

Îro ez û birayê xwe biçûk li dikanê rûniştibûn. Ez li ser paldankê rûniştime, birayê min jî li devê derî ye. Hew min dî zilamek, di destê wî de pakêtên cixare, bi birayê min re diaxive. Piştî demekî min dî hate hundir. Zilam, destekî wî tune bû, lingê wî jî vaca bû. Min go te xêr e. Go " 10 cixare bi 10 lîreyan " min go ez cixarê venaxum. Birayê min go ji min re bistîne, ezê paşê perê te bidim. Min jî go temam, ka cixara bide. Zilam go " na ez weha nadim, divê hûn lîstikê bilîzî" behsa lîstikê bû min bera wî da lê birê min wî anî û lîste. Lîstik a wî kaqizek bû. Ji yeka heya heştê jimare hebûn. Li jora kaxizê jimareyek bant kiribû û xuya nedikir. Digo 35 heb jimare nîşan bike, paşê emê jimareya bantkirî vekin. Heke ev jimare di nav yê we îşaret kiribe hebî, ezê cixareyan bidim we û heke tune be hûnê 10 lîreyan bidine min. Werhasil birayê min lîst û tê dernexist, 10 lîre jê çû. Vêca zilam go 10 pakêt cixare( parlîament) û 400 lîre, we pê derxist yê we ye û we pê dernexist hûnê 100 lîre bidin. Her ku min digo nalîzim wî digot " ka nîşan bike, dîsa nelîze" min nîşan dikir û min digot nalîzim, " wî digot ka 5 hebê din jî nîşan bike" bi vî hawî her ku diçû min bêhtir nîşan dikir. Paşê min li kaxizê nihêrî hama bêje tevî kaxizê nîşan bûbû. Min li kaxizê nihêrî û min li pera nihêrî, min go teqez ewê derkeve. Ji nişka ve min 100 lîreyê xwe derxist û min go de ka hama veke. Mêrik bandê rakir û hejmar 41 bû. Min li kaxizê nihêrî 41 ne nîşankirî bû. 100 lîre ji min çû. Madê min tirş bû. Îja mêrik min dî dest bi teklîfên nû kir. Pê re birayê min mezin jî hat û min bere zilam da. Me hal û mesele tevî jê re got. Niha li malê şer heye. Bavê min hecî dîn bû, dûman ji serê wî çû. Niha di nava şer de dinivîsim.

Axir bavê min 100 carî jî behsa van lîstika ji me re kiribû û digot eseh hûn nelîzin lê heya ku carek nehat serê me, dilê me rehet nebû. Va ez jî ji we re dibêjim " melîzin " we çav li kesên weha kir dûrî wan herin. Yan na we lîste jî bêjin " ya şeytan " û bilîzin. Ji ber şeytan tim alî wan e.

41 41 41 law te çi kir ji me....



24.08.2020 21:35 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» lîstikên kurdan a ku lêdan tê de ye
» bext nadim bi text

Kategoriyên mijarê:: listikrastin listikrastin listikrastin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî