1. Youtuberekî kurd e. Li ser kanala xwe vîdeoyên têkildarê kurd bûnê dikşîne. Ji Silêymanîyê ye. Îngilîzîya wî pirr pêşketîye. Di vîdeoyên xwe de bi saya malpera omegl digihîje kesên tirk û bi wan re diaxive. Gelemperî mirovên faşîst derdikevin pêşiya wî ji xwe bibêje heman tev tirk faşîst in. Mijara me ne ew e. Qala Kurdistanê û başûr dike. Dema dibêje ez ji Kurdistanî me, tirk wekî yek dikute wî har dibin. |
|
06.10.2020 20:37 |
yûsiv
|
2. Di vîdeoya xwe ya duyemîn de, dibêjê tirk û kurd bira ne. Lê dîsa jî tirk wî di nav dijûna de dihêlin. ji bo nîjadperestiya tirkan, nîşaneke pir serkeftî ye. |
|
06.10.2020 21:19 |
merwano
|
3. Kurdê ku nijadperestên faşîst rezîl û riswa kiriye li cîhanê. Xuyaye yekî gelekî jîr e, devê xwe qet bi wan re nalewitîne. Çiqasî tiştên xweş dibêje ew nijadperest û dijminê Kurdan xirab diaxivin. Her wiha bi van vîdeoyan kifş bûye ku tirk xweşikî nizanin bi îngilîzî lê kurdekî xarpêtî hem bi kurdî hem bi îngilîzî baş dizanibû. iamhaks jî her wisa herdu zimanan baş dizane. Welhasil bi her awayî tirkên di vîdeoyê de rezîlllll bûne. |
|
07.10.2020 10:04 ~10:05 |
xabûrî
|
4. kesek jixwebawer e û bi vê helwesta xwe tirkan dîn kiriye. min vîdyoyên wî parçe parçe temaşe kirin, tirk jixwe zêde îngîlîzî nizanin lê ji 2-3 hevokên wan yên prîmîtîf jî tê fêhmkirin ku çiqas nijadperest in. |
|
07.10.2020 23:29 |
simurg56
|
5. Vîdeoyekê nû li ser kanala xwe weşandiye. Di Hin cîhan de kurda dibîne û bi wan re diaxive. Di vê vîdeoyê de xwe wekî ermenîyan jî nîşan dide tirka. Dîsa çêr û tehdîtên kuştina dibihîse. Lê wekî mirovekê zana û xwe bawer axaftinê berdewam dike. |
|
15.11.2020 00:02 |
yûsiv
|
6. camêr vîdeoyeke nû parve kiriye vê carê sixêfên ku tirk dikin dijmêre :D |
|
05.12.2020 19:18 |
keyomerd
|
7. YouTuberekî kurd e ku kêfa min gelek jê re dihê. Vîdeoya wî ya dawîn gelek pêkenok bû. Karê xwe biriye asta bilindtirîn. Divê mirovên wiha bihên temaşe kirin ku piştgirî bibîne û dev ji van karan bernedin. |
|
06.12.2020 18:19 |
yûsiv
|
8. vîdyoya ceribandinda civakî parta 4 an weşandiye.Beşek pirr bi henek li wir de derbas dibe |
|
14.02.2021 23:44 ~23:52 |
brzn
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |