Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nameya bextiyar elî ji bo mihemed omer osman - tirşik
nameya bextiyar elî ji bo mihemed omer osman
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mihemed omer osmanê wek generalê payîzê dihate naskirin, bi destê xwe ji vê dinyayê bar kiribû. îro @kasyannn (osman mehmed) jî hesabê xwe yê twitterê nameyeke bextiyar elî ji wî re nivîsî parve kir, me go bila tirşik jî jê nemîne:

Here lînkê

Nameyeke Bextiyar Elî ji Mihemed Omer Osman "Generalê Payîzê" re

Şa’irê min î xurbetê û payîzê û tenayîyê... Heme giyan, silav.
Heme giyan, bi qasî her çi şewqa heyî ku di şo’rê de ye ez bêrîya te dikim. Bi qasî her çi xweşikîya heyî ku di peyvê de ye tu di awira min de xweşik î.

Tu ji bo xwe remzek î û delalîyeke ku ji derveyî şi’rên te divê bê xwendin; tu ji xwe re qesîdeyek î, pêwîstîya te bi tefsîrê heye, ezîzê min...

Ez her ew mirov im ku rojên sermestîya bi şi’rê û serberdayîbûnê û bi hezkirina ji kitêban me hev nas kir. Ez her ew ruh im ku te nas kirî û şeydayê ramanê me li ber serê herf û dengan.

Ezîzê min, nabe ez te ji bîr bikim, ji ber ku ez her hest bi wê girêdana nepenî û kûr nediyar dikim ligel te ku girêdanek e di ser peyvê re ye. Ne mumkin e di her kêlîyeke şi’rî de, di dîtina her delalîyekê de tu neyî bîra min...

Ey serberdayîyê here delal...Hemeyê min, gava ez û Gara Resûl bi milê hev digirin ji her tiştekî vê dinyayê bêhtir em behsa te dikin... Gara jî pir ji te hez dike. Ez bawer nakim yek kes jî hebe ku dahênanê binase û ji te hez neke...

Min bêname nehêle, ji îro û pê de bila peywendîya me bêhtir hebe û bihêztir be. Tu her tim nêzîkî min bûyî..Her dem. Ez ji te hez dikim.

Birayê te
Bextiyar Elî - Frankfurt
20/4/1997



23.10.2020 08:11 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nameya ku şêx seîd-î ji rûsyayê re şandiye
» bextiyar elî
» elîxan loran
» mihemed taha akreyî
» omer faruq baran
» osman sebrî

Kategoriyên mijarê:: niviskar weje niviskar weje niviskar weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî