Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bûtîmar
peyamên çepikkirî

86695. her çiqas qeyda xwe zûdaye kiribe jî, yek ji nivîskarên nû yên tirşikê ye. van rojan pir çalak e û bi rastî jêhatîye jî. ser çavan hatiye, xwedê bike domdar be.



08.06.2013 00:32 | simurg56

88075. Nivîskarekî zarşêrîn e. Mala bavê keçikên (ev peyv çi bû gelo ) şewitî îda. (: Li gorî min kinerêya dil, di 4. Interkostal re derbas dibe ; Li gorî wî di 3 peyvên efsûnî re derbas dibe.



xwidê jê razî be



27.10.2013 15:55 | simurg56

98623. birangê delal bi straneke li ser bi xêr hatina Kurdistana pîroz hatiye gotin ji min ra silavek şandiye û di van rojên ji bo min di nav dilşadiyê da derbas dibin da min hêjî dilşad kiriye.
silavên germ ji te ra



29.06.2013 13:39 | simurg56

101482. tirsik.net ji melankolîya behecî. *

serhedî ye.
her cara tê tirsik.net'ê de xwe tenê dibîne, dikeve nav behra kul û derda. hema ji 4 peyama 3 behsa tenêtîya xwe ya di tirşikê de dike.
hawar hawar! tu ne tenê yî. ev der mala herkesî ye. dema tên dixwazin û dinivîsin.
bêhna xwe fireh bike. serhedyo *



07.06.2013 18:27 | brusk56

110380. Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan binivîse.



01.06.2013 01:27 | simurg56

116789. Nivîskar, helbestvan û stranbêjê ku îda tirşikê bêriyê kiriye.
Nizanim çima hew dinivîsê.
Loooo hozanooo, de vegere malêêêê.



27.10.2013 15:55 | simurg56

119072. tirşikvanê ku gumgumok du meh ewil gazî kiirbûyê û gotibûyê vegere malê *
ev nivîskarê hanê her zemanî li van dera ye lê rast e weke berê xîret nake binivîsie.. dibe ku gotinên wî ber bi xilasbûnê bin, dibe ku kelecana xwe inda kiribe dibe...

wext her tiştî diguherîne mixabin..



26.10.2013 23:54 | endazer

123838. nivîskarê tirşikê yê ku zehv meraq dike da ku kîjan mijara wî şaş û nehewce ye û kîjan entrya wî li dijî formatê ye.

û herwiha navbera wî û formata tirsikê jî pir baş e.
formata tirşikê wek makezagonekî di bêrîka xwe da digerîne.

ya sisêyan, zane ku yê di kîjan mijarê da kîjan naverokê va binivîse jî.
herwiha zarokek nîn e û merivekî têra xwe kamil e jî.

dibe ku mijareke min xaşa hinekan neçûbe lê nayê wê maneyê ku mijara min bêfeyde ye.
herkes dikare di vir da behsa her mijarê jî bike.



26.10.2013 23:54 | endazer

129341. ez im.
bûtîmar, maxlasa min a nû ye.
idî ez ê bi vî navî dewam kim *



26.10.2013 23:54 | endazer

129364. Hozan serhad ê ku navê xwe guherandiye kiriye (bnr: bûtîmar) lê hişê min wekî sîstema tirşikê nîne wî hesabî nekirine li ba min dîsa hozan sehade * baştir bûye jiber wî û hozan serhat ê hunermend bi hev şaşnekin baş bûye bila bixêr be.. lê a ecêb ku nivîskarê ku hê min jêre negotiye bixêrhatî me hê xêrhatina wî nekiriye? ev çewa dibe, bera kanên ew peyamên min?



27.10.2013 00:18 | endazer