Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
di paşîvê de şiyarkirina bi daholê - tirşik
di paşîvê de şiyarkirina bi daholê
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. li gunda ez liqayî vê edetê nebûme, lê li bajaran tiştekî wisa heye.
tişta mereq dikim, gelo kesên ku rojî nagirin, mîna kesên ne misilman ji dengê wê zêde aciz dibin.
ger aciz bibin, û ji xewa xwe şiyar bibin, li gorî min ev bêmafiyeke mezin e.
kesên bixwazin şiyar bibin, dikarin bi telefonê jî şiyar bibin, an jî bi alarmê seatan û hwd. jî.
(bnr: hinekî empatî heval)

promosyon*




29.04.2021 23:56 ~2021.04.30 12:14 | merwano

2. sedema paşdemayîna kurdan û tirkan e, li welatên din ên rojhilatê nizanim gelo edetek wiha heye an na? li başûr û rojhilatê jî li daholê didin û welatên din ên misilman yên eraban jî xwedîyê vê bêçandîyê ne gelo?
sal bûye 2021 û mirovan li marsê helîkopter firand, li jîyaneke nû digerin, li fezayê dinyayek din hatîye avakirin hê di meha remezanê de li bajar û welatan daholvan xelkê bi wî dengê nexweş rihetsiz dike.
piranîya gelên rojhilata navîn conservative (mihafazakar) in, yanî qet naxwazin çandekê, edetekê, rîtûelekê biguherînin an jî dev jê berdin. lê dema mirov li welatên din ên dinyayê dinêre xwe û edetên xwe rojane (update) dikin. kengê me karî em hinek tişt rojane bikin hingê em ê gaveke pêş de biavêjin.



30.04.2021 00:14 | lehî baranyan

3. li batmanê dahol ne bes e pê re li zirneyê jî dixin û bi ser de jî bi meqam.
ez bi xwe ji ber ku heta wê saetê şiyar im pê aciz nabim lê xwedê sebrê bide yên wê saetê di xew de.



30.04.2021 12:03 | endazer

4. Ka muzîk guneh bû law!?



30.04.2021 13:39 | xwelî li ser

5. Ya ku ne zêde mesele ye, îcar piştî demekê tên li derî didin û pere dixwazin ji merivan. Dema dibêjî na, miruzê xwe tirş dikin û di bin çavan merivê didarizînin. Hinek şer jî dikin. Na heyran ez rojî nagirim û heya vê rojê jî daholên we qet kêrê min nehatine.



30.04.2021 14:50 | xelîl

6. edetek bêwate û di der de jî bizerar e. feydeya wê nagihe %1ê popûlasyon jî. yên nemisilman, yên rojînegir, yên ku dixwin û wisa radizin, yên ku paşîva xwe di wê saetê de nakin û hwd. hemû ji vê meselê aciz in.
ji ber ku ranta vê meselê jî heye ango hinek nan jê dixwin, hema berdewam dike. loma divê mirov pêşîn rê li ber vê rantê bigire. ji ber vê yekê ye ku ez tu caran pere nadim daholvanan. dema tê ber derî an derî venakim an jî vedikim û dibêjim ez bi daholê ranabim paşîvê.
dema em xwendevan bûn, rojekê dîsa daholvan hatibû mal, hevalek me derî vekiribû û gotibû em cihû ne heyran.



01.05.2021 21:20 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: oldin oldin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî