pûnga li bajêr | 2021 Nivîskar: selîm temo | kurdî | helbest | 80 rûpel pirtûka nû ya helbestan a Selîm Temo ye.... |
1. pirtûka nû ya helbestan a selîm temo ye. piştî sê deng'ê ev pirtûka helbestan derxist. pirtûk ji weşanên darayê hate çapkirin. 80 rûpel e. Pûnga Li Bajêr agir diçe ji hingivê şevê sitar e di nivişta şêxekî kotî da ez kirim pûnga li bajêr li ber kelebestên sedsalê Gulan rojek e li baxçeyê min tazî ye mîna siya Payîzê gava diçûrise mij li dor dengê wê şareza me wek kundê bestê her xwîna xwe dimijim va diçim şerabeka dî dixwazim ji kîsê meytekî serşor rawestî li ber deriyê hebûnê diçe li nav konê şînê kon vedide wa xwediyê gemar û kevzê li min negre ne ez bûm ê li çola demê Penelopeyê heft mêr kirin heya vegeriyam malê keştiya min ji bayê bû etlasa min bi xeyalan nepixî toqek ji le’neta pelgan her ji xwe ra dimam piştî her mazatê ti kes li çavên min nanêre li pêçiyên min napirse diheje heyvek li nîvê çalê ti kesî ez aş nekirim gava dişewitîm di landika şînê da li derve li derve li derve me Selîm Temo çavkanî: Here lînkê |
|
26.12.2021 01:44 ~01:45 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |