1. dengbêj, çîrokbêj û youtuberek e bi eslê xwe ji gundekê hezex an nisêbînê ye û li bajarê hamburga almanyayê dijî. li ser youtubê bi sedan vîdeoyên wî hene bi wê kurmanciya xwe ya xweş û gewr ku tehma torê jê tê çîrok û serpêhatiyên gelêrî û carinan jî yên bi serê xwe bi xwe de hatine dibêje. di qenala wî de heta niha 126 çîrok û serpêhatî hene, nêzikî 6 hezar aboneyên wî û 3 milyon cara jî hatiye temaşekirin. gelî tirşikvanan xêra xwe û ya dêûbavên xwe bibin abone û qenalê parve bikin ku qenal geş û belav bibe û belkî çend kesên din yên wekê vî camêrî bikêrhatî û jêhatî çav lê bikin çand û kelepora kurdî ji mirinê bifilite. |
|
09.05.2022 12:13 |
endazer
|
python [4] |
|
reels [3] |
|
nowadays [3] |
|
bahoza tîroîdê [1] |
|
şivanê kurmanca [2] |