1. Serdema neolîtîkê bi çandiniyê dest pê kir, ku “şoreşa neolîtîkê” çêkir. Çandiniya neolîtîk a destpêkî bi çend cinsên nebatên kedîkirî û kovî, û xwedîkirina kûçik, mih û bizinan re sînordar bû. Di serdema neolîtîkê de pêşketina gundên ewilî, çandinî, kedîkirina heywanan, amûr, û şerên herî kevn ên qeydkirî pêk hatine. |
|
11.06.2022 14:44 ~14:50 |
evcebarê pirê
|
2. ji bo dîroka mirovatîyê mîladek e. berîya vê mirov bi nêçîrvanîyê jiyana xwe didomandin. wextê wan zêde nîn bû ku li ser tiştan bifikirin. bi min ji bo dînan jî ev şoreş mîladek e. ji ber ku piştî vê şoreşê êdî mirov ji dev jiyana nêçîrîyê berdan dest jiyaneke monoton kirin. piştî vê demê mirov êdî wateyan barî dinyayê kirin ka em çi ne? ji ku hatine? kesekî ku me afirandiye heye an na?... êdî mirov pirsan li xwe kirin û dînan afirandin, ziman afirandin, pêşketin û bûn keyê dinyayê. |
|
11.06.2022 23:24 |
yûsiv
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |