Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
kampanyaya opsîyona kurdî li ser google translate - tirşik
kampanyaya opsîyona kurdî li ser google translate
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. kampanyaya ku ez dixwazim we, niviskar û xwandekarên tirşikê bi vexwînim e.

li ser google translateê, sîteya googleê ya ku bi teybetî ji ber wergera ye, vebijark ji bo zimanên ku zêde nayên zanîn hene lê kurdî nîne. ji ber ku em dengê xwe bînin hesandin û nîşan bikin ku daxwazî ji ber zimanê kurdî heye ez bawer dikim kampanyayên wisa giring in.

beşdar bûn:

ji ber ku peyama me bi gihê moderatorên ne-tirk, pêşî ji mihengên hesabê zimanê xizmetan biguherênine îngîlîzî.



translate.google.com vekin û di alîyê rast, binî de li ser "send feedback" biqlîkênin.

di pencereya vebû de nivîsa li xwarê yan jî nivîseke xwe binivîsenin



"I can not see Kurdish option in languages. When will it be added? Kurdish is a language spoken by almost 40 million people worldwide and it is one of the oldest languages of Mesopotamia and the Middle East. It has two standard dialects (Sorani and Kurmanji) But I can not see any of them in your language options. As a Google user I would like to kindly ask Google to provide me the translate services in Kurdish. Thank you!"



û bejîn "next"

cihê vebijarkên zimanan bijêrin (yan ji tiştekî nebijêrin) û bejin "next"

di pencereya ku vebû de nivîsa ku we berê de nivîsî bihêlin û li ser "submit" e biqlîkênin.



heta ji destê min werê ezê vê kampanyayê belav bikim, ji kerema xwe re hûn jî gavekê ji bo zimanê xwe bi avêjin.



15.10.2013 13:43 | saladin

2. kampanyaya herî kêrhatî ya heta niha li ser tirşikê ye, ezê teqez beşdar bibim. serkeftin...



15.10.2013 15:57 | azadixwaz

3. kampanyeyek cî de ye lê... sedema nebûna vê yekê ne bi temamî kêmasiya google'yê ye.

her wiha ji ber ku di destê google'ê de tu ferhenga kurdî ya fireh ya online tune, bixwaze jî nikare tiştekî wisa çêbike.

encax bi piştgiriya saziyeke weke enstîtûya kurdî, dikare pêkan be. ger googleê ji wan arşîva wan xwestibe û wan jî nedabe, dîsa ev kar nabe.



ji aliyê din ve îhtîmalek mezin hemû ferheng li bingehên xwe ji ferhenga zimanêyekemîn-îngîlîzî dixebite. yanî ger hûn ferhegek îngîlîzî-kurdî bidin googleê wê google bi saya îngîlîzî bikare kurdî wergerîne îngîlîzî û ji wir jî wergerîne zimanên din. lê ma înternetê de û pirtûkxaneyan de ferhengeke mezin û kêrhatî ya îngîlîzî-kurdî heye? mixabin tune.

ya herî mezin ferhenga me ye: http://turkcekurtcesozluk.com/index.php/index/2.xhtml

lê ew jî hê asta pêşdebirinê ye û gelekî kêm e.



bi ya min ji ber van sedeman google'ê nekare tiştekî bike.



15.10.2013 20:40 | simurg56

4. kampanyaya ku googleê piştî gilhê me bersiv dayî ye! ji kerema xwe re guh û alîkarî bidin!

google mirovên kurd ên kurdîzan û îngîlîzîzan ên ku karin kurdî-îngîlîzî wergerê bikin divexwîne ji ber destpêkirina projeyÊ!



[en]



Hello!

We're emailing you because we heard (via Google Feedback) that you'd like Google Translate to support Kurdish. And so do we!

Although Google Translate is an automatic tool, a new language sometimes needs a little love from native speakers to get off the ground. You can help us launch Kurdish by volunteering to help us translate English texts into Kurdish. Please sign up with this form and provide your Gmail account (if you don't have one, you can sign up for one here).

Thank you in advance on behalf of Google Translate,

Yane

PS: If you think your friends and family would also like to contribute, please share this form with them



that form: http://goo.gl/YBRmxO



[ku]



slav!

em ji we re peyamê dişînin ji ber ku me bihîst (bi reya google feedback) hûn divin google translate zimanê kurdî jî ragire. em jî vê divin!

her çiqas google translate alavakî otomatîk jî be, ji bo destpêka zimanekî nû carna bala yên ku ev zimanê wan ê dayikê ye pewist e. hûn karin bi wergera kurdî ya bidilî ji îngîlîzî alîkarîyê ji bo destpêka zimanê kurdî bidin me. ji kerema xwe bi vê formê beşdarî bibin û hesabê xwe yê gmailê bidin.

spas.

yane

ps: eger hûn bawer in ku malbata we û hevalên we jî divin tevkarî bikin, ji kerema xwe re vê formê bi wan re jî parve bikin.



ew form: http://goo.gl/YBRmxO



30.01.2014 00:45 | saladin

5. nûçeyeke xêrê ye. min jî xwe li formê qeyd kir.



30.01.2014 20:13 | simurg56

6. Li gor agahiya husein muhammed îro di koma facebookê zimanê kurdî de dayî Xebata wan didome. Û ji bo pêşvebirina beşa kurdî alîkarî lazim e.

https://m.facebook.com/groups/133337890056895?view=permalink&id=827586110632066



23.01.2015 21:28 | xendekî

7. kampanyaya ku ez bawer nakim heta salan jî bi ser bikeve. ji ber ku girêdayî hewldana kurdan bixwe ye.

kurdên me dixwazin google hînî kurdî bibe û paşê wergera li kurdî bike. lê wisa nabe, divê tu çavkaniyek têr û tije bidî googlê ku bingeha wergerê bike. ji bo vê jî wergera bi hezaran hevokan dixwaze ji kurdan.

ez hêvî dikim ev werger werin kirin û lê ya rastî di demek kurt re hêviya min tune.



23.01.2015 23:29 | simurg56

8. Divê em ji bo ku zimanê me pêş bikeve alîkarîyê bidin Google translate'ê. Niha di Google translate'ê de kontrolkirina hevokên ku bo Kurmancî hatine wergerandin hatiye vekirin. Êdî yên din ji me re maye. Ji kerema xwe hûn jî ko hûn karibin wergeran bikin. Here lînkê Û bila kes nebejê çika ji zimanên di re bêzehmetî û bêxebat hatiye wergerandin. Bi xebatên pir mezin ji zimanên din re hatiye wergerandin. Ku em jî bixwazibin zimanê me pêşbikeve devê em jî alîkarî bikin. Em ji xwe ra bafikan nebînin. Nûçeyek li ser wergera kurdî: Here lînkê



04.07.2015 01:07 | bikarhêner

9. li ser xêrî be. êdî kurdî jî di nav google wergêrê de ye. min îro dest bi kontrolkirina hevokan kir. hêvîdar im hûn jî -ger hûn îngilizkî dizanin- beşdar bibin.



hêvîdar im hûn vêya jî li ber çavan bigirin Here lînkê



18.02.2016 01:52 | kurê xelkê

10. kampanya ku bi ser ketiye. êdî google translate bi kurdî jî dixebite:



https://translate.google.com/m/translate



18.02.2016 15:29 | xendekî

11. ez bawer im pergala wergerê li ser zimanê îngîlîzî saz bûye, loma dema meriv hevokÊn basît jî li hev bîne nikare bi saxî û silametiyê peywira xwe ya wergerê bibe serî loma jî hevokên têra xwe ecêb jê derdikevin..

ev kar çi qasî pêwist bû, ji bo yên kurdên îngîlînezan? nizanim, dibe ku meriv li ser nîqaşê bike lê bi qasî dizanim kesên ku kurdî dizanin wê pêdivî û hewcedarî pê neyênin ji lew nahêje serê derziyê jî, ji bo kesên kurdî nizanin jî bi kêr nayê ji lew hemî hevokan şaş werdigerîne. loma dibe ku ji faydeyê bêtir zirarê bide..

a soxî mesele ev e ku da xelk nebêjîtin kurd bê esl û binyad in..



18.02.2016 22:11 | ferhenga şikestî

12. Ew mîjar li ser tirşikê 10 salan berê hatiye çêkirin.

Piştî wê demê google translate dest bi xizmetên bi herdu zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî kir. û niha ew wergerên gelek serkeftî dike. Sipas bo hemû kesên alikarî bo vê xebatê dane.

Lêbelê, em niha dixwazin vê kampanyayê hinekî pêşdetir bikin;

- Divê zaravayê zazakî yê kurdî jî li Google translate were zêdekirin.
- Her wiha divê êdî fonksiyona wergera bi dengî a kurmancî û soranî jî dest pê bike.



28.09.2023 10:36 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kampanyaya kurdîkirina androîdê
» kurdîka
» sergey vasîlevîç raxmanînov
» google scholar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi teknoloji ziman calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî