1. Bertekekî mîrovan e. Dema li xewnê da mirov ji cihekî bilind da bikevin erdê an jî bimirin, meriv veciniqe û şîyar dibe. Li devoka me da vî rewşî re dibêjin hîvê ketin. Kesên mezin û yên pîr her dibêjin ku zarokên biçûk jî neynikan (eynik) dûr bihêlin, ji ber ku ger zarok zêde neynikê mêze bikin yê şev hîvê bikevin û bitirsin. |
|
03.07.2023 22:15 |
pêşewa
|
2. Gava din li ser instagramê leqayî videoyekê hatim. Çetirbazekê xwe li cihekî bilind dirêjkir bû. Heçkû ji xew rabûyî çavên xwe vekir û ji wî cihê bilind ket. Temam em dizanin derdê we şov e lê ez biecîm dqn :/ ez ne şaş bim ji hîvê ketin jî tiştekî welê ye. Di xewnê de mirov ber bi valahîyê de dikeve. Li gorî bijîşkan dema mirov di xew de tiştekî welê dibîne tê wê wateyê ku mirov li wî demî qrîzeke biçûk a qelbê diborîne |
|
04.07.2023 04:15 ~04:29 |
soryazyus
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |