Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
zerde - tirşik
zerde
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Strana koma amed ya ku di albûma dergûşê de derçûye. bi min di albûmê de strana herî serkeftî ye. heta ku strana herî baş ya wê komê zerde ye.lê belê wateyên gotinên stranê li tu derê peyda nekîrî. li ser înternetê gerîm lê rastnehatim li tu deran.
Stran gelêrî ye an çêkirî ye, ango gotinên stranê ji kîjan herêmê ye ne eşkere ye.
Zerde navek şîrinahîyek e ku min weha dizanîbû.

di ristên “Zerdê tûncik li te nayê” de meriv fam dike ku zerde navek jinek an jî keçikek e.
(tûncik: şê û bîsk, temerî, zilf, porê yarê ye.)

Gotinên stranê weha fam dikim.xwezî yek bejê şaşiya te heye di nirxandinên gotinên stranê de.

Zerdê navek jinek e.
Mîna zeriyê zerdelû, zerdela, mişmişê zer e. gelek cureyên mişmiş reng zer in. ango mişmiş dema hatin xwarinê zer dibin.
Zerdê zeriya mişmişê
Zerde zerdê zerdaleyê

Qolî qolîlim liyayê
Qolê, qolî kesên ku bêjn qutik û tixis ra têt gotin.
Zerdê jinek e, divîyabû ji zerde ra qolê bihata gotin. ji ber ve yekê wate ne ev e.

Lîlandin li gorî ferhengê “bi taybetî di dawetan de ji bo pîrozkirin û diyarkirina kêfxweşiyê piştî danîna destekî tenê li ser dev, dengek bilind derxistin.” E.
Îhtîmalek mezin ev e ku bi awayekî vegotina lîlandinê. Qolî lîlandin ango pir bi hêz, bêmerhamet, hişk lîlandin. An jî tevgerek neçû serî ye.

Zerdê av ava mîsîna, av ava leganan.
Ava mîsînê têt vexwarin, ava leganan nevexwarin. Belkî tiştekî wîsa heye.
Zerdê çir pavda dukanan
Zerdê çir pavda nivînan
Di stranê de “çir pavda” çi ye, tê çi mane ye, hê nizanim.
Wekî “ çîr hevda dukanan” fam kirî lê ne mîna min fikirî ye.çîr ( zerdeliyên hişk) hevda, kom kir da dukanan.
“Çir pavdan” mîna lotik avêtin e, çirtik avêtin e, lê tu ferhengan de ev gotin tune. Heta ku gotinên mîna pawda, pevde..hwd nêzîkî gotinê jî nîn e.
Zerdê di nava dukanan de gerî, çirtik avêtî
"Zerdê çir pavda nivînan" jî mîna Zerdê di nava nivînanda gevizî ye.

gotinên stranê

zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê tûncik li te nayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Zerdê tûncik li te nayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê av ava misîna
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê av ava misina
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê çir pavda nivînan
Zerdê zerdê zerdelayê
Zerdê çir pavda nivînan
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê av ava leganan
Dilo av ava leganan
Zerdê av ava leganan
Dilo av ava leganan
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qolîlim lîlayê
Zerdê çir pavda dukanan
Dilo çir pavda dukanan
Zerdê çir pavda dukanan
Dilo çir pavda dukanan
Zerdê zerdê zerdelayê
Qolî qollîlim lîlayê
Zerdê zerdê zerdelayê



08.12.2023 00:21 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [2]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» zerdeçal

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî