37286. Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek kurd/êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazid'a navçeya Agiriyê...malbata wê piştî buyerên 1912'an tevî refên reayên osmaniyan koçî rusyayê dikin û li herêma elegezê a ermenîstanê bicih dibin...herêma elegezê dikeve li pişt çiyayê agiriyê,ji %95 gelheya vê herêmê kurd e û navenda beşa dengê elegezê a radyoya erîvanê ye...leyla îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê... malbata wê niha li gurcîstan û moskow'ê jîyana xwe didomînin... |
|
17.06.2013 21:56 |
simurg56
|
55944. xuşka wê nazê îşxan di koma trio marayê de li piyanoyê dixe, -ji bo enstrûmaneke wekê piyanoyê narîn û naîf evê lêkera lêxistinê dilê min êşand- demekî li ser facebookê mn jê pirsa leyla îşxanê kir, ji min re go piştî zewicî dev ji mûzîkê berda lê niha amadekariya albûmekî dike.. û dîsa hingî di rûpela wê de vîdeoyek hebû, d vîdeoyê de leyla îşxan li cihekÎ derketibû ser sehnê û kilama xozandaxê digot, niha dikim û nakim ew vîdeo bi dest min nakeve.. |
|
29.06.2013 13:58 |
azadixwaz
|