1. dema ku pir lazim be, di demên tengasiyê de, xêra xwedê ye. bicih hatine duayan e. min gelek caran pere li erdê dîtiye. |
|
25.05.2024 23:40 ~2024.05.27 11:43 |
mirovekirind
|
2. Hesteke pirr xweş e. gava ku ez biçûk bûm hingî min li erdê pere didît, hevalan leqeba min kiribû "elektrîk", qesta wan ji elektrîkê "ampûl" bû, yanî çavên min weke ampûlê her tiştî ronî dikirin û peyre jî didîtin. |
|
26.05.2024 00:12 |
ceso
|
3. Nizanim, min heta niha li erdê pere nedîtiye, lê ger ez bibînim û xwediyê wê tunebe, ez dibêm ezê têxim berîka xwe* |
|
26 roj berê 12:24 |
narin
|
4. ez û kekê xwe li malekda bi hev re diman.Ew dem xwendekarbûm, nedixebitînim perê min hema bêje tunebû hîç.Rojekî sar û seqem bû nîqaşek navbera me de derbasbû min hez nedikir zêde li wir bisekinim û min derî lêda ez derketim.ew şev min nedixwest biçim malê , demeke dirêj meşiyam , bê perebûm , wek min got pir jî sar bû.Carekî de çavê min tiştekî kesk ket , ew 20 tl bû .20 tl jî perekî mezin bû ew dem.Min ew pere hilda ez çûm cafeyên înternetê ku ew dem ev cafe pirr populerbûn.Heta sibê min xwe germ kir , bi tost û çay zikê xwe têr kir. ew şev wisa xweş derbasbû. |
|
26 roj berê 12:44 |
brzn
|
5. - Xwediyê wê pereyê heye? (1) |
|
24 roj berê 15:35 |
cinorek
|
6. *pere li erdê dîtin* |
|
24 roj berê 17:13 ~17:34 |
horhorik
|
7. "min îro li erdê 200 dolaran dît. min piştre zarokek dît. digîriya. |
|
24 roj berê 18:29 |
blabla
|
hînbûna îngîlîzî [1] |
|
hînbûna îngîlîzî [1] |
|
soza kawa nemir dayî xwînêrên kurdî [1] |
|
tiştên ku tirşikvan jê ditirsin [2] |
|
devê xwe li yekî vekirin [1] |