Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
teîzm û dînên heyî - tirşik
teîzm û dînên heyî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan;
1-Xweda heye?
kesên teîst bigiştî dibêjin; "eger xwedayeke nebe tiştên heyî çawa çêbûne? Divê sedemek ji bo tiştên heyî hebe. Sebeba ewil xweda ye, wî her tişt çêkiriye û ji bo hebûna xweda sebebek tuneye, ew bi xwe çêbûye, destpêka hebûna wî tuneye û dawiya wî jî tuneye, hebûna wî bi dem û cihî ve girêdayî nîne...
Di van gotinan de bi tenê ya dikeve serê min sebeba pêşîn e yanî eger ji xwe destpê bikin û paşê ve biçin, di demî de qasî 13,5 milyar salan beriya niha firehbûna mezin tê ber me-li gor hisabên zanistî- beriya hingî dem û cih û madde nebûye, her tiştî bi wê dest pê kiriye, xala girîng bi min ew e ku; beriya hingî çi hebûye? Ti tişt an afirînerek? Bi min be em dikarin bêjin; ti tişt an jî afirînerek, çimkî her du gotin jî dê bibin texmînên keyfî û ferazî, beriya wê ji aqilê me û ji fama me der e. Belkû tiştek tuneye, belkû organîzmayeke pêşketî gerdûna me ji bo keyf û temaşeyê afirand, belkû yekî gerdûna me çêkir û mir an jî xwe kuşt an jî gerdûna me wek şêyaneke hunerî pêşkêşî hevalên xwe dike an jî gerdûna me xwe bi xwe çêbûye...-bi min be, di hebûnê de pêwîstî bi bêdawîtiyê tuneye- Bi min be bersiva herî baş ew ku em bêjin; nizanim an jî xweda dizane.:ddd eger bêjin; tu çima heta wîr çûyî ma bi awayekî din em nikarin hebûna wî bizanin? Ji bo vê jî bersiva min eve; aqilê me heta wê dikare fam bike, yên derveyî vê tiştên keyfî û ferazî ne, çawa ku behsa çiyayê Qafê dikî dê heman awayî ji xwe re behsa beriya wê jî bikî. Bi rêka hinek mînakan dibe ku mirov hinek ihtimalên cuda pêkbîne lê ev dê bibin tiştên kesane û têrkerê angaştên kesane, wekî angaşta min a niha.
Di encamê de ez nabêjim xwedayeke tuneye, bi ti awayî nabe lê nikarim jê piştrast bim çimkî aqilê min têra nake, her kîjan mînakê bidim jî bi temamî nikarim bi hebûna wî qane bibim, dê li gelek îhtimalên din jî hebin, nikarim wan ihtimalan ji holê rakim

2-Delîlê hebûna wî çi ne?
Bi min be palpişta herî baş hebûn bi xwe heye, li ber nezera feraset û fama me eger tişt hebe xwedî an jî çêkerê wê jî heye. Bi vê rêke em dîsa li sedema pêşîn vedigerin û sedema heyînê bi xwedayî ve girê didin. Di esasa xwe da ev rêbaz rast e lê bi min be kêm e. Ma emê çawa bizanin heyînê pêwîstî bi heyîneke dîtir heye? Ma ji cihekî wêdatir heyîn çima derbasî neyînê nabe? Astenga li ber vê yekê çi ye? Wekî beriya niha jî min got; piştî lêgerîn û serveçûna heta dem û cihekî, em dikarin bêjin tiştek tuneye an jî tişteke heye, ev bi temam bi têgihiştin, bi daxwaz û cewhera me ve girêdayî ye.

3-Em _mirov_ dikarin bigihin delîlên hebûna wî?
Bi min be, ji ber tebîeta me ya mirovî, tişta emê ji bo hebûna wî wek 'delîl' qebûl bikin dê nebin delîl û piştrastî çimkî di bingeha hişê mirovî da û di gerdûnê de bi kurtasî di hebûnê de westarbûn tuneye; dem, cih, tişt tev di nav guherîneke bêrawest da ne. Ev jî dike ku fam û têgihiştina me li gor cih û demê di nav guherîneke da be ji ber wê tiştên em bivên di ji bo me bibin qebûl û kêrhatî, tişta em nevên jî dê berovajîya vê yekê bin. Di encamê de em dikarin bêjin heyîn ji bo me tişteke têgihiştinî ye. Her wisa di meseleya hebûna xuliqînerekî da jî dê heman awayî be.

4-Xwedayek hebe wesfên wî çi ne û em dikarin wesfên wî bizanin?
Bi min be, mijara herî şêlî, nezelal û tarî ev mijar e. Eger awayekî bêguman û bêşik em bizanin afirînerek heye, ev yek tiştekî mitleq e jî, her çi tiştên emê di derbarê wesfên wî da bêjin, dê ji fikrîn û texmînkirinê wêdatir nebe, bo nimûne vegerin li dîroka dînan û dînên niha binêrin,hûnê bibînin kanê çend tişt di darbarê xweda/yan da hatine gotin.
Em li ser mînakekê li meselê binêrin; bifikirin ku berhemeke dîrokî heye, dema çêkirina wê bi texmînî tê zanîn dibe ku rojekê ji ber guherîna agahiyên me ev zanyarîya li ber dest dê biguhere, her wiha ev berhem qet naşibe berhemên me çêkirî û em li ser fikirî.
Emê bikarin di derbarê vê berhemê de çend darazan bikin? An jî em hemû dê bikarin heman tiştê li ser vê berhemê bêjin?
Bi min tişta herî zelal ew e ku ji ber şert û mercên cihanê yên ku em dizanin, emê bêjin çêkereke vê heye, belkû baran, belkû agir, belkû çiyayeke volkanîk, belkû av, belkû jî ajalên wê demê, belkû jî tişteke dîtir...
Wek tê dîtin di nav şert û mercên cihanî ku em van şert û mercan kêm-zêde, tekez-nîvtekez dizanin, ji ber wê têgehiştan van zanyarîyan ji bo me ne dijwar e lê eger em beriya nebûna demê, cihî û maddeyê binêrin emê karin çi bêjin? Mirov û hişê wî bi xwe jî encama maddeyî ye û bi dem û cihê ce girêdayî ye.
Bi min be, eger em beriya firehbûna mezin bikin dê karê me gelek zehemt be çimkî em ti tiştî di derbarê wir da nizanin, çi mînakên ku emê li gor feraseta xwe ya niha bêjin jî dê nebin qama wê rewşê, wek mînak niha ez bêjim; beriya firehbûna mezin wekî aveke şêlî ye, em nikarin di derbarê hundirê wê de bibin xwedî zanyarî, dê ji min re bêjin; "ma em nebînin jî emê bizanin di nav wê avê de misqalên axê hene jixwe ew avê şêlî dikin û hwd." Di vê bersivê da jî tiştên em dizanin hene ji ber wê emê bikarin hemberî şibandina min bersivan bidin.
Axirê em dikarin ji bo beriya hingî bi hezar û sedhezar tiştan bêjin lê yek ji wan jî ji ber zanîna me ya bi hebûnê ve sînordar dê nebe zanîneke ji sedan sed rast û bêgûman. Ji ber vê yekê ez jî dê texmînan nekim.:ddd

5-Hebûna xwedayekî neçarî ye?
Di aliyê hestiyarî ve her zêde li ser vê mijarê radiwestim, çend pirs têne aqilê min;
Eger xwedayek nebe û li ser min wezîfe ferz nekiribin,rêyek nedabe li ber min, qedexe û serbestî ji bo min diyar nekiribin, ji bo xêr û gunehên min soza ciza û xelatan nedabe min...
Ez çima heme û wateya/armanca hebûna min çi ye? Dê li gor çi bijîm? Dê çawa bijîm? Di aliyê sincî/exlaqî da ji bo min dê çi bibe esas û bingeh?
Bawer im her mirov jî kêm zêde li ser van pirsan disekine û ji bo xwe rêyekê diyar dike, ev rê jî cûr bi cûr in lê bi min jixwe ev lêgerîn di nav cewhera mirovan da heye, her wiha li gor dem û cihî vediguhere, nû dibe, xirab dibe... Lê di mirovan da ev şêyana peydakirina wate û armancê heye, çawa ku kevir hişk be, agir germ be, di cewherê Mirovan da ev tişt heye. Jixwe bawer im pêwîstîya mirovan a bi hebûna afirînerekê jî di encama vê lêgerînê da derketiye holê, axirê mirov dikare bi her awayê hebe, bê xweda an jî bi xweda lê bawer im ya şêrîn û tamdar û têrker e ew ku mirov, xwedayekî ji hebûn, wate, armanca xwe re bike palpişt, bi vî awayî dilê mirovî rehettir e. Bi taybetî di meseleya mirinê da pêwîstî bi xweda ye, bawer im agirê dojehê jî ji bo piraniya mirovan ji tunebûnê/mirinê çêtir e, tunebûn(di aliyê hişê ve, ne maddeyî) xofeke mezin e, belkû jî hebûna xweda bi xêra vê mijarê ji bo mirovahiyê dest pê kiriye.



Îro 02:44 | bayê xerbî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» teîzm û dînên heyî
» heyînparêzî

Kategoriyên mijarê:: felsefe oldin yendin felsefe oldin yendin felsefe oldin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî